Li Mêrsînê bi hezaran jin ji bo Ozgecan û YPJ'ê kom bûn
14:45
JINHA
MÊRSÎN - Bi hezaran jin ji bo mîtinga jinan a li ser banga Platforma Jinan a Mêrsînê pêk tê bi dirûşmeya "Ji Rosayan heya Sakîneyan, ji Arînan heya Kadaren, ji Koncayan heya Ozgecanan" dest bi meşê kirin û gihiştin qada mitîngê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan jî tevlî meşê bûn.
Li Mêrsînê bi hezaran jin di mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin cem hev. Serê sibê gelek jin li Forum Havuzbaşi hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Jinan pankratên "Li hemberî komkujiyên jinan em di şînê de na di îsyanê de ne, heya jin azad dibin em li qadan in", "Ev jiyan a me ye! jiyana me dê bi rengên me azad bin", "Em tenê nîn in bi rêxistin in", "Cînayetên jinan polîtîk in! Bijî têkoşîna jinan" hatin vekirin û dowîzên "Dewleta T.C.wiz", "Hun bûn wezîr lê tenê ew lê mêze kir", "Ji zarok nabe bûk" û "Di fitrata jinê de 'şer' heye" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Ozgecan Aslan, Kadar Ortakaya û Sîbel Bulut hilgirtin.
Mitîngê dest pê kir
Di meşê de dîmenên xweşik hebûn û daxwazên jinan hatin ziman. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jîyan azadi", "Zilam lê dide dewlet diparêze", "Bijî têkoşîna me ya rêxistînî", "Bijî berxwedana YPJ' e", "Em di şînê de na di îsyanê de ne" û "Em namusa tu kesî nîn in" hatin berzkirin. Ligel hezaran jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan tevlî meşê bûn.
Piştî meşê mitîngê dest pê kir û mitîng bi axaftinan berdewam dike.
(zt)

