Jinên Botanê azadî û berxwedan qêriyan
15:00
JINHA
ŞIRNAK - Bi hezaran jinên Botanê bi boneya 8’ê Adarê li Qada Çarkendalê ya Cizîrê azadî û berxwedan qêriyan.
Bi pêşengiya KJA’yê starta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Cizîra Şirnexê hat dayîn. Bi deh hezaran jinên Botanê li ber avahiya BDP’ê kombûn, bi cil û bergên xwe yên renga reng, bi vekirina pankartên “Em ê bi têkoşîna jinên Kobanê re xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” û dowizên “Azadiya Reber Apo, Azadiya jinê ye, azadiya jinan azadiya civakê ye", "Jin jiyan azadî", "Qırkırına jina qirkirina civakeye" û "Jin jiyane jiyanê ne kuje" dest bi meşê kirin. Jinan wêneyên Arîn Mîrkan, Kadar Ortakaya, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Binevş Agal (Bêrîvan) rakirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Biji YPJ" berz kirin.
Selma: mîmarê pêvajoya çareseriyê Ocalan û jin in
Meşa jinan a li Qada Çarkendalê bi dayî bû û mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de Hevseroka KCD Selma Irmak axivî û baş kişand ser pêvajoya çareseriyê. Irmak diyar kir ku îro roja jinan e û wiha got: “Dê li Cizîrê hemû jin dengê xwe bigihînin Îmraliyê. Pêr gavek mezin hat avêtin. Di vê pêvajoyê de kedeke jinên kurd a mezin heye. Êdî dewlet ket rêya rast de û dibêje ‘ez êdî bi were şer nakim.’ Pêvajoya ku Rêber Apo dayî dest pêkirin li hemû gelê me pîroz be.” Selma di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bingeka şoreşa jinan ji aliyê jinên kurd ve hat avêtin. 8’ê Adarê pîroz û me hemû jinên berxwedêr silav dikin.”
‘Li ser vê erdnîgariyê jinan pêşengiya şoreşê kirin’
Pîştî Selma Parlamentera Qersê ya HDP’ê Mulkiye Bîrtane ya ku mafî axaftinê girt li ser dîroka 8’ê adarê vegot û ev tişt got: “Em jin piştgiriyê didin pêvajoya ku rêbertiya me daye destpêkirin. Em bi saya Berîtan, Arîn û Sarayan li vir in. Em bi saya keda Abdullah Ocalan hatin vêderê .” Aysel Tugluk jî mafê axaftinê girt û wiha got: “ Jinên hêja yên cizreyî, we wate û girîngiya 8’ê Adarê bi jiyana xwe hilgirt. Pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ez raperîna we pîroz dikim. Ger ku çareseriyek pêk bê hebe wê bi ruhê Cizîrê yê têkoşer be. Ji bo aştiyeke mayînde berpirsiyariya herî girîng dikeve ser milên jinan. “ Aysel têkoşîna jinên YPJ’yî jî silav kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên kurd li ser vê erdnîgariyê bûn pêşengên şoreşan jinê, dişer û sîyasetê de bi hev re têkoşiyan”
Parstina cewherî
Alîgira Wezîra Jinan a Kantona Cizîrê ya Rojava Hîvda Erebo ku axftina mîtingê ya herî dawî kir bi çepik û lîlandinan derket ser sahnê û wiha axivî: “Merhaba jinên têkoşer , Merhaba jinên batonî. Min ji we re silavên jinên YPJ’yî anîn. Ger ku em îro karin li Rojava têbikoşin ev bi saya we jinên têkoşer e. Ji we re ji Tilhemisê mizgînî anî. Ger ku em îro dikarin bi cil û bergên xwe yên neteweyî derbasî Fransayê bibin ev bisaya têkoşîna jinên şoreşger e.”
Mîtîng bi pîştî axaftinan bi stran û gerandina govendê ya jinan bi dawî bû.
(aw)

