Pervîn Buldan: Paket dikare bê guhertin

15:12

 


JINHA


STENBOL - Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan piştî daxuyaniya hevpar a bi hikûmetê re kirin nirxandin kirin û diyar kir ku piştî li ser 10 madeyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêşkirî mutabaqetek çêbû dibe PKK kongreyê kom bike. Pervîn anî ziman ku "Paketa ewlehiya hundir" bi halê heyî re dernakeve û wiha got: "Dê di paketa ewlehiyê de hin guherîn bên kirin. Komîsyona me ya hiqûqê duh dest bi xebatên lezgînî kirin. Bi taybet madeyê me îtîraz dikin û li hemberî derdikevin hene. Hevdîtinên zagonê dê bidomin lê madeyên derbasbûyîn dê careke din dest bigirin û dibe ku guherîna wan bê kirin. Duh me ev bi hikûmetê re axivî."

Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan piştî civîna hevpar a duh li dar xistin têkildarî daxuyaniyê de nirxandin kirin. Pervîn anî ziman ku daxuyaniya hevpar xwedî girîngiyekî dîrokî ye û wiha got: "Yekemîn caran rayedarên hikûmetê, wezîr, wekîl û wekîlên koman û musteşarê ewlehiya cemaweriyê li ser metna Ocalan dîmenekî hevpar dayîn gelek watedar e. Ligel vê yêkê em dikarin bêjin nexweşriyekî nû ye. Ji ber ku ji niha û şunda tiştên bên kirin tê wateya em dê Tirkiyeya nû bibînin an na."

'Ka dê sozên dayîn bigirin?'

Pervîn balkişand ser 10 madeyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêşkirin û wiha axivî: "Ka em dê berê xwe dibinê sozên dayîn dê bigirin an na? Ka dê gav bên avêtin? Ka dê li ser wan 10 madeyan mutabaqat pêk bê? Heke li ser van 10 madeyan mutabaqat pêk bê PKK dê kongreya xwe kom bike û piştî wê demê em dikarin behsa Tirkiyeya nû bikin." Pervîn da zanîn ku li ser 10 madeyan mutabaqetek heye û heye wisa neba daxuyanî nedihate dayîn û wiha pê de çû: "Ji ber ku metnekî hevpar pêşkêşî raya giştî hate kirin. Divê niha tiştên bên kirin bi lezgînî lijneya şopandin û heyata me biçin Giravê û li ser 10 madeyan nîqaşê bikin. Ji ber ku Birêz Ocalan behsa niyetekî baş dike. Heke li ser van 10 madeyan mutabaqet pêk bê dibêje 'ez dê bang li PKK'ê bikim kongreyê kom bike û an jî dewet bikim' Ji ber vê yêkê ya li ser bê rawestandin 10 made ne."

'Paketa ewlehiyê heye û bi rewşa heyî dernakeve'

Pervîn bilêv kir ku di vê çarçoveyê de dibe ku di "paketa ewlehiyê" de di hin madeyan de guherîn pêk bên û di vê mijarê de bi rayedarên hikûmetê re axivîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di paketa ewlehiyê de dê hin guherîn bên kirin. Komîsyona me ya hiqûqê bi lezgînî dest bi xebatan kirin. Bi taybet di hin madeyan de îtîrazên me hene. Têkildarî vê yêkê de em pêşniyaran amade dikin û em dê van pêşniyaran bidin AKP'ê. Dê hevdîtinên zagonê bidomin lê dê hin madeyên derbasbûn careke din bidest bigirin. Em duh bi hikûmetê re axivîn. Di vê mijarê de nerimbûnek heye.Zagon bi vî halî dernakeve. Hevalên me niha xebatan dikin, pêşniyarên me yên nû dê hebin û li meclîsê bi vê rêbazê em dê bigiherînin."

Pervîn destnîşan kir ku ew dixwazin demek kin de de biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Pervîn anî ziman ku di vê mijarê de hêj bername zelal nebûye û wiha pê de çû: "Divê li ser lijneya şopandinê em nîqaşekê bimeşînin. Divê em van hemûyan bi lezgînî temam bikin û biçin Giravê. Niha dîrok tuneye."

(zt)