KJA ya Edenê bernama xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir

15:23

 


JINHA


EDENE - Kongreya Jinên Azad (KJA) bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê aşkera kir.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li avahiya HDP’ê ya Edeneyê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. Li ser navê KJA'yê Şukran Çelebî axivî û diyar kir ku ev agirê bi destê Clara Zetkîn hatiye pêxistin heta Rozayan, ji Rozayan heta Sakîneyan, Berîtanan, Zilanan bûye al û got ku ev al îro li Kobanê di destê Arîn û Sîbelan de bûye destan. 

Bernameya KJA'yê ya 8’ê Adarê wiha ye:

*02'yê adarê saet di 11.00'an de li ber nûnertiya Şakirpaşayê kom bibin û bi erbaneyan ji jinên girtî re wê kartan bişînin. Li navçeya Yuregîrê jî wê gora Leyla Kaplan were ziyaretkirin. Seat di 17.00’an de jî wê li taxa Sarîhamzali û Gulbaxçeyê şahî bên lidarxistin.

*03'yê adarê seat di13.00'an de biçin serdana malbatên zarokên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û li hemû taxan qurnefîlan li jinan belav bikin. Li navçeya Yuregîrê li saha topê şahî were lidarxistin.

*05'ê adarê saet di 13.00'an de li kolana Çakmakê pêşangeha wêneyan û kursiya azad wê bê amadekirin.

*06'ê adarê di Radyo Dunyayê de bernameyek li ser jinan bê amadekirin.

*07'ê adarê saet di 14.00'an de wê li ber avahiya Mîmar Sînan kom bibin û heta Îstasyonê bimeşin û li wir mîtîngê pêk bînin. Hevsoraka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û hunermend Nurcan Degîrmencî tevlî mîtîngê bibin.

*08'ê adarê saet di 15.30'an de li navçeya Ceyhanê şahiyek bê lidarxistin.


(zt)