Cenazeyê Şervana YPJ’ê Mizgîn hat veşartin
19:32
JINHA
ÊLIH - Cenazeyê şervana YPJ'ê Mizgîn Onar (Asmîn Sason) a ku di encama operasyona paqijkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hat definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Mizgîn Onar (Asmîn Sason) a ku di encama operasyona paqijkirina gundên Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê de di 26'ê sibatê de jiyana xwe ji dest da anîn Êlihê. Cenazeyê Mizgîn li tesîsa Bardakçilar, ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Welatiyên ku darbesta Mizgîn bi rengên kesk, sor û zer pêçandin li ser milan heta goristana ku 5 kîlometre li derveyî bajare meşiyan. Di meşê de posterên Rêberên PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Mizgîn, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Girseya ku her ku çû zêde bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Seroka jiyan nabe", "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî ku cenazeyê Mizgîn ji aliyê walatiyan ve bi girseyê anîn goristana Asliya Êlihê merasîmek hat lidarxistin. Di meresima definkirina cenazeyê Mizgîn de nûner û endamên HDP/DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr, nûnerên rêxistinên sîvîl û hezaran kes amade bûn. Piştî cenazeyê Mizgîn ji aliyê girseyê ve hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
‘Bi azad kirina Kobanê re serkeftine’
Bavê şervana YPJ'ê Mizgîn, Medenî Onar di merasîma cenaze de spasiyên xwe ji gel re kir û ev tişt got: "Mirovahî denydarê şervanên azadiyê ne, şervanên gelê kurd heta dawiyê ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane û bi azad kirina Kobanê re serkeftine."
‘Beriya 6 mehan bi hev re dixebitîn’
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axaftinek kurt kir. Ayla di axaftina xwe de bi bîr xist ku wan beriya 6 salan, bi hevala Mizgîn re xebatên kampanyaya "Jin, ne namûsa tu kesî ne" dabûn meşandin. Ayla anî ziman ku hevala Mizgîn ji ber polîtîkayên dewletê û zextên li ser gelê kurd ji kûrahiya dilê xwe hîs kir û tevli nava refên PKK'ê bû. Ayla bal kişand ser berxwedana Rojava û wiha got: "Dagirker û hevparên wan dixwestin demildest Kobanê û Rojava bikeve. Lê belê berxwedana rûmetê ya li Kobanê serkeftina xwe nîşanî dagirker û hevalbendên wan dan."
Ayla di dawiya axaftina xwe de got ku dê têkoşîna wan bidome û wiha domand: “Berxwedan û têkoşîn ne qediya ye. Ji ber ku Kurdistan ne azade. Niha jî dem dema azadbûna Kurdistanê ye."
Dê serdanên sersaxiyê li mala şînê ya taxa Çayê were qebûl kirin.
(ho/zt)

