Şervanên YJA Star: Divê jin li hember şidetê rabin ser lingan

09:18

 


Şaristan Nurhak/JINHA


KERKUK – Şervanên YJA Star ê yên ku li eniya Kerkukê dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û banga parastina cewherî û li hemberî şidetê rabûna ser lingan li hemû jinan kirin.


Şervanên YJA Star ê yên ku li eniya Kerkukê di hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin bi nêzbûna 8’ê Adarê re Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û banga hemû jin bi qasî bikarin xwe bi parêzin xwe rêxistin bikin li hemû jinan kirin. Ji Şervanên YJA Starê Bêrîtan Serhat anî ziman ku parastina cewherî bi xwezayî çêdibe, ji bo ku jin parastina cewherî pêşbixin divê di aliyê hişmendî û rêxistinkirinê de bên xurt kirin.


‘Divê jin li hemberî şidetê serî rakin’


Bêrîtan li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê hişmendiya şidetê dike heman nirxand û wiha got: “Li Başur û Rojavayê Kurdistanê ev bi destê çeteyên DAIŞ’ê tê kirin, li Bakurê Kurdistanê jî bi şêweyên cuda tên kirin. Bi tayîtetî jî qirkirinên jinan li aliyê Tirkiyê gelek tên jiyîn. Divê jin li hemberî şidet û qirkirinan dakevin qadan. Tenê bi van rêbazan dikarin li hemberî êrîşan bibin hêz û xwe biparêzin. Ferqa cîh nake di encamê de li her derê pergal êrîşî me jinan dike. Şidet bi awayê fîzîkî û derunî pêşdikeve. Divê jin bi hişmendiya di ferqêdebûna zayenditiyê û heskirina ji zayenda xwe dakevin qadan. Divê jin jîşanî hemû cîhanê bidin ku çiqas bi rêxistinin.”


‘Ji bo parastina hemû jinan em li vêderêne’


Ji Şervanên YJA Starê Hêvî Serhildan jî balkişand ser giringiya parastina cewherî û wiha axivî: “Ji bo parastina hemû jinan em li vêderêne. Divê hemû jinên cîhanê dest bidin hev û li hemberî şidetê têbikoşin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Divê li hember qirkirinên jinan her kes dengê xwe bilind bikin û tekoşînê bi hêz bikin.”


Ji Şervanên YJA Starê Toprak Tendurek jî anî ziman ku divê jin li hemberî şidetê serî hildin û bêdeng nemînin û wiha got: “Dema ku jin azad bibe wê demê jina jî bi wate dibe.”


(zt)