Meryem Kobanê: Me ji bo hemû jinên cîhanê li ber xwe da
09:42
Cahîde Harputlu / JINHA
KOBANÊ – Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê berxwedana dîrokî, parastina cewherî û rêxistinbûna YPJ’ê li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nirxand û got: “Rengê çavê jinan ne hemban jî be rengê rondikên wan hemane. Êşa Ozgecan û jinên dinê dilê me di êşîne. Ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê me li ber xwe da. Di hîlala zêrîn de jî jinan pêşengî kiribû. Em jî neviyê wanin. Em li vêderê şopdarên xudawendên ku jiyan ji nû ve avadikirinin.”
Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê berxwedana dîrokî, parastina cewherî û rêxistinbûna YPJ’ê li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nirxand. Meryem parastina cewherî weke mafek herî rewa anî ziman û wiha got: “Di xwezayê de tiştekî bê parastin tune ye. Qanûnekî xwezayê ji xwe parastin e. Bi rastî yên di xwezayê de pir zindî jiyan dikin û zêdetir afirineriyê pêş dixin jî jin in. Pêwiste jin jî bikaribe di nava jiyanê de parastina xwe bike.'' Meryem ani ziman ku di dîrokê de civaka desthilatdar bi xistina jinê û avabûna dewletan pêş ketiye û wiha domand: ''Berî desthilatdariya mêr,ferq û cudatiyek di navbera jin û meran de tune bû. Ev kengê destpêdike? Bi demê desthilatdariya mêr a li ser jinê pêşdikeve. Dagirkeriya ser zayenda jinê pêşdikeve ser civakê jî pêşdikeve. Wê demê zihniyeta leşkeri ji pêş dikeve. Yanî kî bi hêz û qewet be ew leşker e. Ev di Klan û kabîleyan de jî wiha bû. Kabileyên ku mêrên wê zêde bin ew desthilatdar e; dikare dagir bike, dikare bi dest bixe. Di bin vî navî de jî rola jinê binpe kirin. Jin nikare bibe leşker û çandekê biparêze, tenê dikare xizmetê bike. Bi vê zihniyetê jin jî dagir kirin. Cewherê wê jî dagir kirin.
‘Şer hunerek zirav dixwaze’
Meryem ani ziman ku şer hunerekî zirav dixwaze û got ku divê mirov bi huneri nêzi şer bibe. Meryem bal kişand ser nêzîkatiya jinê ya li hember şer huneri ye lewre jin ne xemsar e û wiha berdewam kır: ''Her demê jin çawa hatiye naskirin? dibêjin xwezaya jinê ne li gor şer e. Ev jî zihniyetek dagirkeriyê ye. Di bin vê de dibêje tu ne îrade, hêz , qiwetê û tu nıkarê pêşengiyê bikê. Heya dibêje tu nikarê jiyanê ji biparêzê. Mînak gelek şoreş çêbûne di cîhanê de. Jin jî tevlî bûne lê di hemûyan de jî jin li paş bûne. Di şer de jî li paş bûn. Di gotin jin nikare hakimiyêt ser şer bike, nikare li ser şer bifikire nikare û ser şer lêhûrbûneki bike. Aqilê wê ne aqilê şer e. Jin bi hestiyarî difikire. Wiha dane diyarkirin. Bêguman şerê desthilatdariyê wisa ye. Lê şerê xweparstinê cuda ye. Xweparastin felsefeya jiyanê ye. Ji bo jiyan kirinê hewcehî bi parastinê heye. Minak Dema refên heywanan diçin cihekî hemu bi hev re nakevin xew. Hindek ji wan xew dikin hindek ji wan parastinê dikin. Ev zagon di hemû zindîyen de heye.''
‘Jin kilîda dariyê azadiyêye’
Meryem wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema şoreşa Rojava destpêkir bingeha civakê di aliyê xwezayî da jî hebû. Em jî wek YPJ di vê şoreşê de me xwest ji bo parastina civak, çand û nirxên xwe yên welatparêzî em cîh bigirin. Bi taybet jî ji bo nasnameya jina azad me pêwist dît ku em rêxistinek çêbikin. Rêxistinek ku di parastinê de aktîf rol bilîze. Bêrîkirinek ji azadiyê re derket pêş . Dibe ku di destpêkê de di avakirinê de zehmetî çêbûn. Bi taybet li herêma Kobanê ji bo keçek tevlî rêxistinê bibe pêwist e ji mal derbikeve. Ji ber ku jin bi xwe xwediyê xwe ye pewist bû em hêzek wiha ava bikin. Mînak, di berxwedana Kobanê de Ş. Sozdar Ş. Roza û gelek hevalên din her dem digotin ‘Em dixwazin çeperên me û hevalên mêr ne li gel hev bin.’ Ji bo çi? Di her civakê de bavên me birayên me her kesekê ji me re gotiye; ‘hûn nikarin.’ Niha dema li hember dijmin em bikaribin xwe biparêzin dê baweriyek çê bibe. Gelek mêran ev gotin ji me re gotin. 'Çi karê we li vir heye.' Me li hember vê hişmendiyê jî tekoşînek da. Ji bo vê jî di pêşengiya şoreşa Rojava de rewşa jinê mifteya deriyê azadiyê vekirine bû. Bedelên wê giran bû. Lê ji dîroka hatiye jiyan kirin me gelek derfet girtin. Em çawa xwe rêxistin bikin û xwe bikin hêzekî serkeftî. Minak jinên li vir me derfet dabû wan çi bixwaze hîn bibe bila bibe. Çek bixwaze bila bikar bine. Divê mejiyên wan ji her tiştî re vekirîbe. Ev du sal e şer li vir tê meşandin. Di van du salan de her dem hevalên jin di çeperên pêş de cîh digirtin. Di destpêkê de şehîdên me yên jin yên li herema Kobanê şehid ketibûn hebûn. Di berxwedana Til Ebyad de şehid ketin hevalên me yên jin. Heval Viyan hebû heval Peyman hebû. Dîsa hevalên me yên birîndar hebûn. Di şerê Serêkaniyê de dîsa hevalên jin cih girtin. Ji destpêkê heya niha. Pişt re li Efrînê şer derket hevalên jin dîsa di çeperên pêş de cihê xwe girtin. Ev jî bandorek mezin li ser civakê kir. Civakê dît ku jin dikare gelek berxwedaniyên xurt bike. Rengek cuda derket holê.”
'Em ji bo jiyanê şer dikin'
Meryem balkişand ser rol û mîsyona jinê din ava refên berxwedanê de û wiha axivî: “Jin di hêle giyana berxwedanê de jî bêtir xurt û geş dibe. Lewre mirov dema van din ava civakê de tîne ziman dibejin: .’Ger keça min dikare biçe; çima kurê min neçe.’ Bê guman tekoşîna me di warê şer de ye lê em ne hêzek tenê şer dikin. Em ji bo jiyanê şer dikin. Ev rastiyeke, hêzek civakê li ku derê hebe, dixwaze ne di bin dagirkeriyê de be divê rêbazê xweparastinê li wir hebe. Li her kuçeyê li her malê li her kargehê ev pêwîst e. Ger civak xwe rêxistin neke dê were tacawuz kirin, red kirin, recm kirin û her roj dê were biçûkxistin. Alternatif ew e ku mirov çi karê dike bila bike; lê divê rêxistina xwe ya xweparastinê jî her tim hebe. Mînak hunermend be, rojnameger be, mamoste be, ki dibe bila bibe divê bizane xwe biparêze. Bê parastin kar nayê kirin. Niha li tirkiye, Iraqe, Suri li hemu cihanê jin bi tecawuzê re rû bi rû ye. Ji bo ku jin bikaribin xwe biparêzin hin tiştên esasi hene. Divê jin di kesayeta xwe de wek qanûnek van esasan bi cîh bîne. Ev çi ne? Minak, jinên di tekstila de dixebitin divê rexistina wan hebe. Tekmilê bigrin, li hev kom bibin. Dema jinek rasti êrîşê hat hevdu bigrin û hwd… ji bo hemu karmend û karkerên jin ev derbasdar e. jînek divê bi tenê li tu cihekî nemîne. Li ku derê be bila bibe ne li kar ne li nav malbatê divê ne tenê be. Jinên ne birexistinkirî be mahkumi kuştinê, revandinê, tecawuzê ye. Li Kobanê jî ev ruh derket peş. Jinên vir gotin: 'Em xwe neparêzin em dê wek şengalê bibin.' Piştî rejîma Baas dîtin mecburin xwe biparêzin. Ji ber vê jî tu rejîm li ser xwe qebûl nekirin. Ji bo çand û nasnameyek azad pewist bu şer bikin û xwe bi parezin. Berxwedana îro derket holê jî di şaxsiyetên wek heval Rêvana û yên çalakiyên fedaî kirine de pêş ket, belkî ew pir neketin rojevê lê divê tim bên bîranîn. H. Gulan, Ozgur, Roza û bi hezaran… ên fedayîtî di çeperên herî pêş de tekoşîn dan ew bun. Ev hemû bûne nasnameya tekoşîna azadiyê. Ev jî bingeha xwe ji ruhê berxwedanê girtiye.”
'Divê jin li hemberî êrîşan yekbin'
Meryem ji bo giringiya perwerdê jî wiha got: “Perwerde pir girîng e. Jineki di male de tenê be jî divê xwe perwerde bike ku karibe xwe nas bike. Tekoşîna rast bi xwe naskirinê re derbas dibe. Cesareta militanî jî dî xwenaskirina zayendî re derbas dibe. Pêwîste jin xwe baş nas bike, ji ber xwe naskirin rihê berxwedaniyê jî pêş dixine. Lê hin jin xwe neçari jiyana erzan dibînin .Civak wan mecburî vê kiriye. Jiyanek erzan dane pêş wan û dibejin bijî!. Wek minak fuhûşê dikin, weke çareserî û jiyanek din tune be. Lê em jî dibêjin jiyanek din heye, jin ne bêçare ye. Ev çareserî ji ne tenê çek girtine. Mirov dema birêxistin be xwezayî xwedî çek dibe. Xwe parastina herî pêşketî xwe rêxistinkirine. Ji ber rêxistin tune ye tenêbun derdikeve pêş, jiyanek erzan rewa tê ditîn ji jinê re. Mînak jinekê didin pêş û dibêjin ev hatiye tecawuzkirin an jî recm kirin. Lê biçin her deriyê lêbixin, dê bibîn jinek tecawuz nejiya be nîn e. Ji ber jin di hemî milan de ji aliyê deruni, civakî û hwd ve rastî tecawuzê tê. Tecawuz ne tenê fizikî tê kirin ya heri giring jin ji aliyê ramanî de jî hatiye tecawuz kirin. Çimki nikare xwe îfade bike. Nikare xwe bi parêze. Tu carî derfet nehatiye dayin. Jina bi xwe re xerib hatiye kirin ji tecawuza civaki ye.”
'Şoreş ne tenê çek girtine'
Meryem wiha qala avabûna Şoreşê dike: “Şoreş bi xwe jiyanek e. Şoreş ne demkî ye ku em bêjin beri şoreşê an jî piştî şoreş ê. Mirov di nav şoreşê de be, tekoşin bike ev nayê wê wateyê ku ev tenê çek hilgirti ne. Dema ku şer diqede yan jî navber dikeve em dest bi karên cuda dikin. Wek Perwerde, spor ,karên civakî. Em tevgereki wek pêşengên ronesansê ne. Em pêşengiya jiyane dikin. Me tenê ji bo şer xwe bi rêxistin nekiriye. Berî ku êrîş li ser me nehatibu kirin ji em wek YPJ bi rêxistinbûn. Ger ev rexistinbuyina me tuneba em niha bi qatliamê re rû bi rû bimana. Wek helepçe, Enfale, Şengale u hwd.. Bi sedan jin dê biketa deste DAİŞ'e wek buyeren li Şengalê derket peş me, bi hezaran jin u zarok de bihata revandin, tecawuz kirin … Şengal ket rojeva dinyayê lê di gelek welatên Ereban de ev tişt hatin jiyandin. Gellek eşireten ereban hatin qetilkırın, jinen ereb hatin revandin, bi hezaran hatin qetilkırın. Em Kurd ji ber ku birêxistinkiri bûn û li hember wan me li ber xwe da me teslîmiyet qebûl nekir denge me li cihane hate bihistin, Şengal ji ber ve ket rojeva cihane. DAİŞ li Rojhilata Navinde qetliamen pir mezin hate kirin. Minak li Dera Zore rojeki de 700 kes bi jin u zarokan hatin serjekirin. Tu kesi deng dernexist. Hemu cihan temaşe kir. ev rastiyek e ki be rexistinbe we bin bikeve. Em ji bi saya felsefeya Serok Apo me xwe bi rêxistin kir felsefa xwe parastine m efem kir u peş xist, ji destpêka şoreşa Rojava heya niha. Ger ev nebuna dê qatliamen pir mezin çebûba li Rojava, bi taybeti ji li Kobane. Ev dive baş were famkirin. Ji ber ve em dibejin şoreşgerti jiyane, xwe naskirine. Şer hebe nebe pewistiya her gele bi rexistinkirine heye. Mafe hemu welatan heye ku xwe bi pareze. Em e ji xwe ji ali sosyal, civaki u di hemu aliyan de peş bixinin. Em ne tene hezeki leşkeri ne ku tene şer dikin e. Pewistiya demokrasiye ji ji xwe parastine re heye.em nikarin ve wek demki bigrin dest.
'8'ê Adare sembol û minak e'
Meryem 8’ê Adaêr li hemû jinan pîroz kir û got: “8'e Adare ji wek semboleki te diyar kirin. Lewre neticeya berwxedaneki bu. Ji bo me ji bu wesileye ku bedela we çibe bila bibe em ber xwe bidin. Her serkeftinek diroke ji bo me ji wek nexşe re ye, em je tecrube digrin. ji kijan welate dibe bila bibe, Ereb, Tirk,Faris,Çerkez… renge çave jina ne yek be ji hersen çaven jinan heman e. Eşen me teva yek in. Eşa Ozgecan ji jinen din ji dile me dişewitine. Desthılatdariya li ser kesayeta jine pir giran e lewre. Ji bo 8' e Adare ji em dikarin ve bejin, dema me li vir ber xwe da ne tene ji bo jinen kurd an ji Kobane bu. Em ji bo hemu jinen cihan eli ber xwe didin. Di Hilala Zerin de en ku peşengtiya civake kirine jin e. Em ji neviyen wan in. Xwedawenden kul ı vir jiyane ava kirine u civake afirandine. Em ji şopdaren wan in. Dive jin ji hişyar bin ji ber desthilatdariya mer, ye civake, xwezaye. Çimki iro ser xwezaye ji tecawuz te kirin. Ji ber we xwe parastin iro bila bibe slogana jiyanek politik u exlaki. Jin peşengtiya xwe naskirina civake bike. Dive Heval Sara u jinen tekoşer wek Rosa Luksemburg, Leyla Kasım ku ji ali meran ve hat qetilkirin em ji xwe re bikin minak.peyama min ji bila jin hevdu his bikin,ji bo em bikaribin jiyanek demokratik u wekhev bidin ava kirin. Ne di bin zihniyeta serdesti de. Jin bila yekitiya xwe ava bikin. Heviya min ev e. Hemu jinen cihane dive bikaribin kurultayek navnetewi çebikin u bibin heviya cihane. Ji bo peşerojek azad ev meşa jinen cihane silav dikim.”
‘Jinên ku Rêber Apo afirandî hene’
Meryem di derbarê rola jinan di berxwedana Kobanê de jî wiha got: “Pir kesan got de Kobane bikeve, Tirkiye ji, Emerika ji u gelek insan eme ji usa gotin. Em deyndaren welate xwe u şehiden xwe ne. Dema li ber deriye Murşit Pınare pir kes kom bun min ev got, eger ez tene ji biminim eze ve axe biparezim u dema ez şehşt ji bikevim bila hemu kes u dıjmin bizanibe ku jinen Serok Apo afirandine hene. Denge Amerika j ili me geriya u gotin ' Kobane düştü düşecek' em tene bi ve gotine keniyan. Çimki ji bo Kobane bikeve dive ji Kurdan kes ruye erde nemine ancax we gave dikarin bejin Kobane ket. Miroven dem adi w işere dijwar de bere xwe dan ber deri me ji bo wan got,' en ku ji deriye derkevin ixanetçi ne, le en ku niha di eniyan de şer dikin azadixwaz in.' Em şoreşger, kesen şoreşger mirine bin xistiye. Me mirine girtiye deste xwe u em dimeşin. Em e j içi bitirsin edi. Şoreşger tene ve peywira xwe nikaribe bine cih div bitirse. Ji qehremaniye, fedakariye nabe bitirse. Bi rasti ji berxwdaneki diroki li vir hate dayin. Em karin bejin ji irada mirovan bilintir bu ev irade. Asta heri jor bu. Dinya j ili hember ve iradeye matmayi mabu. Li hember ewqas teknik u erişan em bi qıleşa ber xwe didan. Ew hezeki usa bu ku heta niha ket ku dere lı gor gotina wan feth kirin u paqij kirin l eli vir l eli Kobane tek çun. Wek ji musule heta vir bi maratoneki hatin u li mertale Şervanen Kobane ketibin sekinin. En ku gotin Kobane d bikeve bersiva me ji wan re ev bu. Me got Kobane de bibe cehennema DAİŞ'e. Kobane bu sedema hişyariya Kurdan ya hemberi dagirkeran.”
(ch/zt)

