‘Li ser dilê min rast hatî Xeco’

09:58

 


JINHA


RIHA -Welatiyê Kobanê Nûrî Kartoyê Minazir ê di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimîne strana Xecê û Siyabend bi gor selîqeya herêma Kobanê got. Apê Nûrî da zanîn ku dema ciwantiya wan de dengbêjî tiştekê pir mezin bû her kesî nedikarî bibe dengbêj.

Dengbêjên kurd ên nemir, çanda kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjî di heman demê de, hem dîroka kurdan a nehatî nivîsîn û hem jî wêjeya kurdan a devkî bi civaka kurd re vegotin. Dengbêjî di nava hunera gelê kurd de cihekî gelek girîng digire. Di gelek aliyan de parastina çand û hunera kurdan, zimanê kurdî kiriye. Li gorî gotinên welatiyên Kobanê dengbêj hunermend Baqî Xido ê ku di sala 1920’an de ji dayik bû û di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest daye li Kobanê hunermendekî pir bi nav û deng bû. Bi selîqeya herêma Kobanê ve stranên şoreşê, yên evînê, yên bi êşa gelê kurd û hewd. Her tim vedigot û di nava dilê Kobanê de cihekî pir mezin girtiye. Welatiyê bi navê Nûrî Kartoyê Minazir (60) jî dema ku em di nava konbajar de digeriyan em vexwendin konê xwe û ser xwesteka me dest bi strana Xêcê û siyabend dike. Apê Nûrî dibêje: “Ez ne dengbêjim lê jê hezdikim û wekî ecemiyan ez gelek deran ji gel re strana dibêjim.” Dayikek li hemberî Apê Nûrî di rûne. Dayika bi navê Xecê Ehmed ya ku gor gotinên Apê Nûrî evîndara wî.

'Li Kobanê evîna Baqî Xido li ber xwe dide'

Piştî berxwedana Kobanê ya bê hempa, xêliya li ser biheşta Rojhilata Navîn ango Kobanê rabû û nirxên wê hêdî hêdî derketin holê. Baqî Xido jî her çiqas li herêma Kobanê, Pirsûsê, Cizirê û Riha yê pir bi nav û deng jî be piştî berxwedana Kobanê navê xwe li her keda ku di çand û hunera Kobanê de tê dayîn de bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Welatiyên Kobanê dibêjin ku dema ku Baqî stranên xwe digotin bi awayekî veşartî û li ser bingeha welatparêziyê de mal bi mal digeriya û bi stranên xwe ve gel ji xwa giran hişyar dikir. Di sala 2009’an de Baqî çû ser dilovaniya xwe lê keda têkoşîna wê di nava ciwanên kurd şînbûye û hesreta Baqî roj bi roj bi germahiya stranên wê pêk tê. Ew evîndarê welatê xwe bû û niha bi hezaran evîndar bi rêya wî di eniyên şer de evîna wî di parêzin.

'Bi strana Xecê û Siyamend evîna xwe dide nasîn'

Apê Nûrî jî evîna xwe ya li hemberî dayika Xecê Ehmed bi stranekê di anî ziman. Her çiqas Kurdistan bi pênûsê hêzên dagirker ve hatibe perçekirin jî jana gelê kurd, hestên gelê kurd û dilê gelê kurd ji hev nehatiye qut kirin û her tim Kurdistan bi vî alî ve yek perçe hatiye jiyandin. Apê Nûrî jî mînakek ji vê rastiyê ye û bi strana Xecê û Siyabend ji evîndara xwe re dibêje û vê rastiyê dide erê kirin. Li gor gotinan çîroka Xecê û Siyabend li çiyayê Sîpanê derbas dibe. Xecê û siyamend bi evînekê mezin ji hev hezdikin. Çiyayê Sîpanê hem cihê hevdîtina wane û evîna xwe li wir hembêz dikin, hem jî Sîpan mirina wan û evîna wan di nava xwe de diveşêre û dibe şahide çîroka evîndarên mezin. Apê Nûrî jî evîna xwe bi çîrokek ya ku warê wê bi sînoran hatiye ji hev kirin, bi sedan kêlometre ji Kobanê dur ango ya li çiyayê Sîpanê hatî jiyîn de ji dayîka Xecê dide nasîn.

Apê Nûrî strana xwe wiha destpêdike: “Megrî megrî lê lê Xeco megrî/ lê lê Xeco der dê min derde/Belê li ser serê min kevire û keleka min jî erde Xeco/ Li ser dilê min rast hatî/ min tu birî ma çibikim perça dila yeke Xeco/ yek jî jê kezebe lê lê Xeco.”

'Kurdistan bi hunerê ve bûye yek'

Dema ku mirov li Kobanê dinêre tiştên pir balkêş derdikevin holê. Dîroka gelê kurd ya ku bi jan, ya bi tejî têkoşîn û ya bi awazên hunerê ve hatin parastin mirov bi her awayî dibîne. Bi stranên Mihemed Şêxo ve êşa Rojhilatê Kurdistan, bi stranên Tehsîn Taha ve başûrê Kurdistanê, stranên Baqî Xido ve Rojavayî Kurdistanê û bi stranên Mihemed Arifê Cizrewî û Şakiro û hewd. jî bakurê Kurdistanê mirov dikare dîroka gelê kurd li ser van kelehên hunerê bibîne. Hêvî û hesreta di nava dile van hunermendan îro li Kobanê bêhna yekitiya kurdane.

‘Bila ruhê min jî bi ruhê te re be’

Apê Nûrî jî evîna xwe ya li hemberî dayîka Xecê di strana Xecê û Siyamend de wiha di anî ziman û strana xwe bi dawî dike: “Lo lo dibêjin binê zindanê gelek kûre/Te îro ez hiştime li çiyayê Sîpanê/ Ez ê biçim û vegerim cem dayîk û bavan/ Lo lo Siyamendo ez ê bi çi rû vegerim cem dayîk û bavane/Lo lo Siyamendo ez ê xwe li ser te berdim binê zindana kûr/ Bila ruhê min jî bi ruhê te re be û serê xwe danim ser dile te û biçin rehmetê.”

(kom/zt)