Di nava xirabeyên Kobanê de odeyek!

10:03

 


Narîn Çapan/JINHA

KOBANÊ  
- Tevî hemû hişyarî û daxuyaniyên rayedarên Kantona Kobanê ji welatiyên ku vegeriyane Kobanê Enter Şêx Muhammed yê 53 salî, ligel ku xaniyê wî yê 23 salan wêran bûye jî odeya xwe xalî pêde berdeye û hewl dide têde bijî û wiha got: “Xwezî ciwanên me yên berxwedan şehîd nebiban. Bila mala min hezar carî hilweşiyaba.”

Piştî serketina Kobanê ya bi pêşengiya hêzên YPG û YPJ’ê hatin qezenckirin şûnde bi hezaran Kobaniyî vegeriyan Xaka xwe. Tevî hemû hişyarî û daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantona Kobanê, Kobaniyên vegeriyan xaka xwe ji aliyê hêzên asayîşê ve li cihên zirar nedîtiye yên bajar tên bicih kirin. Enter Şêx Muhammed yê zêde li dijî hesreta Kobanê berxwe neda û vegeriya bajêr ji bo nêzî bîranînên xwe bibe di kavila xaniyê xwe de xalî bi aliyekî odeya xwe ve kir û di vê odeya ku xetereya hilweşîna wê heye de dijî.

Di nava biranînên xwe de dijî

Enter anî ziman ku 5 meh berê ji Kobanê çûye Bîrecûk a Rihayê û wiha got: “Ez 10 roj berê vegeriyam. Bîranînên min yên 23 salan heye. Cihê ku min koç kiribû jî her çiqas jiyanek rehet hebe jî ez ji bîranînê xwe dur bûm. Roja vegeriyam min li ber deriyê mala xwe agir pêxist û heta sibehê pam. Min odeyek ji xwe re amade kir.”

'Ez dixwazim kon vedim'

Enter bilêv kir ku gelek amûrên wî yên bo wî bi nirx di bin kavilan de maye wiha axivî: “Lê ji ber mayînan em ditirsin derbixin. Ji bo yên vedigerin xebatan dimeşînin. Li malên ku zirar nedîtine bicih dikin. Lê ez çiqas hewl bidim jî, rojên min yên herî xweş li vê mala min derbas bûn. Ez ji vê malê dur neketim. Malbata min dixwaze vegere û bê mala xwe. Lê xanî li ber hilweşînê ye. Ger desturê bidin ez li ber malê kon vedim, ezê kon vedim û malbata xwe jî binim.”

'Em ê xwedî li bîranînên xwe derbikevin'

Enter diyar kir ku êşa şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana bajar de jiyana xwe ji dest dane gelek mezine û wiha pê de çû: “Xwezî ciwanên me qet şehîd neketana. Bila xaniyê min hezar carî hilweşiyana. Xanî bi her awayî tên çêkirin lê ciwanên me şûnde nayên. Ji vê saetê şûnde xwedîderketina li bîranîna wan peywira me hemûyane.”

(zt)