Jinên Botanê: Em qedexeyan nas nakin

10:21

 


JINHA


ŞİRNEX - Jinên Botanê ji bo qedexe kirina cil û bergên kurdî şal û şapik nerazibûnên xwe anin ziman û jinan da zanîn ku ew tu qedexeyên ser nasnama xwe nasnakin.


 Pakêta ewlehiyê tevî nerezîbûnên partiyên dijber jî di meclêsê derbasbû. Di nava vê pakêtê de bi madeyekî cil û bergên gelerî yên wek şal û şepik hatin qedexekirin. Eger made têkeve meryetê kesên ku van cil û bergan li xwe bikin wê rastî cezayê girtîgehê bên. Jinên Botanê li hemberî van pêkuteyan nerazîbûnên xwe anîn ziman û ji 7 salî heta 70’ê salî bi cil û bergên gelerî tevlî mîtinga ji bo 8’ê Adarê li Cizîrê pêk hat bûn. Jinên botanî diyar kirin ku ev cil parçekyek jiyana wanin û ew nahêlin perçeyek jiyana wan bê tunekirin. Jinan da zanîn ku ew tu qedexeyên ser nasnama xwe nasnakin.


‘Em tu caran qebul nakin çanda me bê tunekirin’


Jina bi navê Fatma diyar kir ku ew fam nake ku  çawa ji wan tê xwestin ku çanda xwe bavêjin û wiha axivî:” Em tu caran qebul nakin çanda me bê tunekirin. Gelê Cizîrê weke her carî wê bi rihê  serhildanê li nirxên xwe xwedî derkevin. Serê me jî jêkin em vîya qebul nakin.”  Jina ciwan Şîlan Aslan  jî da zanîn ku ev qedexekirina cil û bergan perçeyek ji  polîtikayên tunekirina kurdan e û wiha got:”Wisa li me kirine ku em êdî nikarin bi şêweyekî baş bi zimanê xwe bi axîvîn lê  em desturnadin ku çanda me jî weke zimanê me lê bikin ji ber ku ne tenê Kurt tu gel vê tiştê na pejirînin” Sozdar Paksoy jî got ku ev cil kal û pîrêwan li xwe kirine û bi tu awayî li hember van pêkûteyen serî natewînin û wiha axivî:” dixwazin bila 10 yasayên bi vî şêweyî derbixin em destur nadîn ku  nirxên me bênpêkirin


(hk-ma/zt)