Jinan dest bi turnuvaya voleybol ê kirin

10:55

 


JINHA


AMED – Li Amedê turnuvaya voleybolê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê despêkir. Turnuvaya ku dê 6 rojan berdewam bike, armac dike û li cihê werzîşa zayendperest werzîşek wekhev avabikin. Hînker Gullu Bozkurt balkişand ser qetilkirinên jinan û diyar kir ku dê weke jin voleybolê bi lîzin.


Bi organîzeya Şaxa Werzîşê ya Dawîreya Xizmetên Civakiya Sumerparkê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve hatiye kirin îsal bi turunovaya voleybolê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê despêdike. Turnovaya ku ji 22  taximên jinan pêktê dê îro despêbike. Turnovaya ku dê 6 rojan berdewam bike maça fînalê dê di 7’ê Adarê de bê lîstin. Dê maç li tesîsata Werzîşê ya Şaredariya Peyasê bên lîstin. Duruşmên turnovaya îsal bi du zimanane û wihaye “Emê şidet û cînayetên jinan bidin rawestandin” dê bê li darxistin.


‘Bi werzîşê li hemberî deshilatiya mêran’ 


Girêdayî turnovayê Hînker Gullu Bozkurt axahî da û got: “Din ava turnovayê de xebatkarên jin ên şaredariyan, xwebatkarên saziyan û sendîkayan hene. Emê werzîşa zayend perest hilweşînin û li cihê wê werzîşa wevseng avabikin. Em dixwazin jin ji malan derkevin û beşdarî falyetên werzîşê bibin. Em dixwazin bibin bersiv ji bo jişmendiya mêran. Em dixwazin bidin diyarkirin ku jin dikarin werzîşê bikin. Ji bo em balêbikişînin ser qirkirinên jinan emê voleybolê bilîzin.”


 (zt)