Di temenê biçuk de li Kobanê bû sembol
11:41
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED - Di ber berxwedana Kobanê ya k udi dîroka şoreşan de bûye sembol de Şervana YPJ’ê Amine Ozbahçivan (Siyadem Faraşîn) ya 17 salî li gel 14 hevalên xwe dem ali hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin jiyana xwe ji destdabûn, li peyî xwe ji bo kurdan nirxê di cîhanê de herî mezin axa azad hêlan. Axa Kobanê ya ku niha zarok dikarin lê bi azadî bilîzin bêhna Amine û hevalên wê jê tê.
Berxwedana kurdan li Kobanê ya k udi hemû cîhanê de bi berxwedana xwe tê nasîn berdewam dike. Ruyê keç û xortên b iken û baweriya wan li hemû deverên cîhanê tê qalkirin. Bi Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên kurdan pêkhat jî her diçe di çapemeniya cîhanê de mezin dibe û deng vedide û bûye wesîleya qêrîna jinan ya azadiyê. Di Şoreşa Rojava ya ku bûye hêviya gelan de gelek qehremanên şoreşê canê xwe feda kirin û li peyî xwe axa Rojavaya azad hêlan. Di rojên derbasbûyî de hostayê pênûsê Yaşar Kemal qehremaniya şervanên YPG û YPJ’ê bi helbestek weke “Ew mirovên xweşik, li wan hespên xweşik siwar bûn û çun…” nivîsîbû.
Mîrasê herî mezin
Şervana YPJ’ê Amine Ozbahçivan (Siyadem Faraşîn) ya ku hîna 17 salên xwe tije nekirinbû di 13’ê çileya sala 2015’an de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de li gel 14 hevalên xwe jiyana xwe jidest da. Şervana YPJ’ê Amine bû yek ji jinên qehreman. Amine li Kobanê dîroka berxwedanê nivîsîn û li gel 14 hevalên xwe li wan hespên xweşik siwarbûn û çun, li peyî xwe jî nirxên di gerdunê de herî pîroz hêlan. Kobanê ya ku bi hezaran mirovan li derî re difiriyan ji bo xwe bigihînin axa wê mîrasê Amine û hevalên wêne.
‘Kêlek ya ber serê wê jî nîne’
Weke her kurdekê Amine jî dema ku xwest din ava refên berxwedanê de çîh bigire, li gel k udi pola dawiya xwendinê debû jî xwe negirt heya bi qedîne, xwendina xwe di nîvî de hêla û cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Amine di roja despêkê ya tevlîbûna xwe de bi biryar bûna xwe hevalên xwe şaşwaz dikir û îsrara wê ya ji bo di berxwedana parastina Kobanê de cîh girtinê jî nîşaneyek yê biriyarbûna wê bû. Dayîka Amine ya ku hîna cenazeyê wê û 14 hevalên wê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatîn qetilkirin ne diyarin Hayat Ozbahçivan ya 39 salî jî ji bo keça xwe wiha dibêje: “berek yê mezarê keça min jî nîne. Heger min parçeyek yê wê jî dîtibana, minê anîbana veşarta her roj ezê li ber kêla serê wê runiştibama û minê xemê xwe pê verevanda.”
‘Her dem di çeperên pêş debû’
Hevala Amine ya dibistanê Zîlan Bayhan jî wiha dibêje: “Ez ji zarokatiyê heya niha wê nas dikim. Hîna zarok bû diher çalakiyê de ew li pêş bû. Li gel wê hewayê rêveberiyê hebû. Di her çalakiyê de digot ‘Ez li pêşbiçim û paşê jî ceribandinên xwe bi we re par bikim.’ Pir ji tekoşîn kirinê hez dikir. Tevlîbûna meş û çalakiyan wê gelek şanaz dikir. Di demê dawiyê de rewşek wê ya sakîn hebû. Her dem ji bom e digot; ‘Rojekê ez bimirim hunê xemgîn bibin?’ Çime ev dipirsî min wate nedidayê. Ji ber hîna temenê wê gelek biçuk bû, ji ber wê jî nedihat ramanê min dê tevlîbibe.”
‘Amine gelek biçuk bû, lê ramanên wê mezin bû’
Zîlan wiha domand: “Dema kum in çuna wê bihîst ez şaşwaz mam, weke ku biç una xwe re parçeyek ji jiyana min qut kir û bir. Ew hevala min ya zarokatiyê bû, em bi hev re mezin bûn. Gelek tiştên me bi hev re par kirî hebûn. Ji ber xwarin û vexwarina me bi hev re bû, ji ber wê ez xemgînbûm. Dema kum in xebera şihadeta wê bihîst wê min bawer nedikir. Amine gelek biçuk bû lê ramanên wê gelek mezin bû û wate dida tiştan.
(zt)

