Jinên Silopiya qada mitîngê vegehurandin rengê xwe
12:07
JINHA
ŞIRNEX - Bi pêşengiya KJA'ê li Silopiya bi dehezaran jin ji bo mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi diruşma "Em ê bi rihê berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" tê li darxistin bi cil û bergên gelêrî li qada Newrozê hatin cem hev.
Li her derê jin li qadanin û di nava çalakiyan denin. Li Silopiya jî bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dehezaran jin ji bo mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi diruşma "Em ê bi rihê berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" tê li darxistin bi cil û bergên xwe yên netewî li qada Newrozê ya li taxa Kobanê hatin cem hev. Li qada ku bi alên KJA û YPJ'ê hatiye xemalindan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sê siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatine qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Arîn Mîrxan'a sembola berxwedana Kobanê, Kader Ortakaya ku li ser sînorê Pirsûsê hatiye qetilkirin û jinên pêşeng ên berxwedana jinên cîhanê hatin daliqandin.
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî mitîngê bûne qad veguherandin rengê xwe û bi dowîzên, "Bijî 8'ê Adarê", "Ji Rosa'yan heya Sakîneyan rêya we rêya me, soza we soza me ye" û "Bijî berxwedana YPJ'ê” hilgirtin, her wiha diruşmên, "Jin jiyan azadî" , "Bıjî berxwedana YPJ'ê" û “Bijî yekitiya jinan" berz dikin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê û demokrasiyê dest pê kir.
(hk-ma/zt)

