Li Riha û Îzmîrê amadekariyên 8'ê Adarê

12:18

 


JINHA


RIHA/ÎZMÎR - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de meşekî meşaleyî pêk hat. Li Îzmîrê jî bernameya 8'ê Adarê aşkera bû.

Li Bêrecûkê meşa meşaleyî

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê Kongreya Jinên Azad (KJA), rêxistinên DBP û HDP'ê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşekî meşaleyî li dar xist. Bi sedan jinên li ber avahiya DBP'ê ya Bêrecûkê hatin cem hev bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadi", "Bijî 8'ê Adare" û "Bijî Serok Apo" ber bi Parqa Adalar ve dest bi meşê kir. Jin heya Qada Heykel meşiyan. Jin bi kincên gelerî tevlî meşê bûn û di meşê de alên PKK'ê wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin. Piştî meşê Endama Meclîsa Şaredariyê Aliye Kizildamar daxuyanî xwend û diyar kir ku li hemberî hişmendiya zilam a tecawizkar bêdeng namînin.


Li Îzmîrê jî bernameya 8'ê Adarê aşkera bû

Li Îzmîrê jî bernameya 8'ê Adarê ya saziyên jinan diyar bû. Li gorî bernameyê endamên Koordînasyona Jinan ên HDK û HDP'ê yên Îzmîrê dê di 8'ê Adarê de ji Qada Cumhuriyet seat di 12.00'an ber bi Sumerbankê ve bimeşin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan dê tevlî meşê bibe.

(zt)