Li ser sînor silava roja 169'an

13:06

 


JINHA


RIHA - Bi sedan welatiyên li ser sînor li gundê Miseynter û Elizerê hatin cem bi zincîra mirovan şervanê YPG/YPJ'ê silav kirin.

Bi sedan welatyên li ser sînor li gundê Miseynter û Elîzerê yên çalakiya nobeda sînor lê dewam dike, li nuqteyek nêzî Kobanê hatin cem hev, bi destê hev girtin û bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedêrên YPG/YPJ'ê silav kirin. Çalakiya li gundê Miseynterê li ser rêya Papûra Paramaz Kizilbaş ji bo kesên di têkoşîna Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girti. Di çalakiyê de bênavber dirûşme hatin berzkirin.

Li gundê Elîzerê jî ku li pêşberî gundê Kosik ê Kobanê ye, welatiyan zincîra ji mirovan çêkirin. Grseya gel bi destê hev girt û bi berz kirina dirûşme û tilîliyan berxwedêr silav kirin.

(zt)