Selma Irmak: Ev bihar dê bibe bihara azadiya jinan

14:03

 


JINHA 


ŞIRNEX - Li Silopî bi dehezaran jin tevlî Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kendar yên Cîhanê bûn. Di mitîngê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku ev sed sal dê bibe sed sala azadiya jinan.


Li Silopî Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kendar yên Cîhanê ku bi  diruşma; "Em ê bi rihê berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" tê li darxistin bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Şirnex Selma İrmak, Alîkara Wezareta Jinê ya Kantona Cizîrê Hîvda Erebo, hevşaredar û hevserokên HDP'ê û DBP'ê yên herêmê û dehezaran jinan li qada Newrozê berdewam dike. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî demokrasiyê Hevşaredara Silopî Emîne Esmer axivî û 8'ê Adarê li hemû jinên kurd û cîhanê pîroz kir. Emîne got ku jinên kurd bi berxwedana xwe hatine heya îro û ew dê bi vê vîn û berxwedana xwe ya xurt di her qada jiyanê de ser bikevin. 


‘Dê ev sed sal bibe sed sala jinan’


Piştî Esmer, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî. Selma jinên berxwedêr yên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr xist û di kesayeta wan de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Selma got ku tenê ne îro her roj coş û hêza 8'ê Adarê di ruhê me de ye. Selma da zanîn ku ev sed sal dê bibe sed sala jinan û ev tişt gotin; "Vaye Kobanê vaye berxwedana jinan, şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê rûspîtiya me jinan e. Em rêhevalên  Arîn Mîrxan û Kadar Ortakaya ne. Em dê her tim li pey doza wan bin heya hemû cîhan wan nasbike. Ev sed sal dê bi berxwedana jinên serhildêr bibe sed sala jinan. Em ji Silopî, ji Botanê warê berxwedanê heya Îmraliyê silavên xwe dişînin mîmarê berxwedana jinan.


Piştî Selma Alîkara Wezareta Jinê ya Kantona Cizîrê Hîvda Erebo jî jinên ku tevlî mitîngê bûne bi ruhê şoreşa jinên Rojava silav kir û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Hîvda got ku jinên Kurdistanê bi berxwedanê xwe li çar aliyên cîhanê daye nasîn û ev bihar dê bi pêşengiya jinên kurd bibe bihara azadiya jinên cîhanê.


piştî axaftinan mitîng bi stranên hunermendên jin, komên herêmî li gel tilîlî, çepik û duruşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 


(kom/zt)