ÎHD: Mêran din av 2 mehan de 52 jin qetilkirin
14:24
JINHA
STENBOL - Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD'a Stenbolê bîlançoya tundiya li hemberî jinan a meha çile û sibatê aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku di nava 2 mehan de 52 jin ji aliye mêran ve hatine kuştin, 55 jin birîndar bûne.
Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD'a Stenbolê der barê tundiya li ser jinan û pîrozbahiya 8 Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li avahiya xwe ya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Komîsyona Mafê Jinan ÎHD'ê Hatun Îldemîr axivî û diyar kir ku jin ji bo mafê xwe yê xebatê, jiyanê û hwd. bijîn bi salan e têdikoşin. Hatun destnîşan kir ku pergala serdestiya zilaman ew ê ku li hemberî jinan tundiya pêk tînîn. Hatun anî ziman ku di çileya 2015'an 28 jin ji aliye mêran ve hatine kuştin, 38 jin birîndar bûne û wiha axivî: "Di meha çileyê de 8 jin rastî tecawizê hatine, 16 jin jî bi tacîzê re û bi rû mane." Hatun der barê bîlançoya meha sibatê de jî ev tişt anî ziman: "Di mehe sibatê de jî 24 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 17 jin birîndar bûne û 8 jin jî xwe kuştine."
'Jinên penaber jî bi tacîzê re rû bi rû hatine'
Endama Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD'ê Duriye Sezgin jî li ser rewşa jinên penaber rawestiya û wiha got: "Hemû kolanên welat bi binpêkirina mafên jin û zarokên tijî ye. Jin li kolanan bi tundiyê re rû bi rû dimînin û di karê erzan de tên xebitandin."
'Di 15 salan de 363 jin di binçavan de rastî tacîz û tecawizê hatine'
Endama Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD'ê Muruvet Yilmaz jî li ser pergala darazê sekînî. Muruvet aşkera kir ku di nava 15 salan de 363 jin di binçavan de bi tacîz û tecawizê re rû bi rû mane û wiha pê de çû: "241 polîs, 91 leşker, 17 tîmen taybet, 15 cerdevan, 45 gardiyan ji ber tacîz û tecawizê tên darizandin. Lê pergala darazê ya mêr tu ceza nedaye van kesan." Muruvet da zanîn ku jin di kar de jî bi tundiyê re rû bi rû dimînen û dewlet jî hewl dide jina di malê de heps bike. Muruvet bilêv kir ku 4 milyon jin bêqeyd tên xebitandin.
‘Di 8’ê adarê de em li Kadikoyêne’
Muruvet di dawiya axaftina xwe de bernameya 8 Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jî aşkera kir. Muruvet bilêv kir ku ew ê dozên jinan bişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 3'yê adarê de em ê doza Ebru Torun bişopînin, di 5'ê adarê de jî em ê biçin serdana jinên kedkar. Di 6'ê adarê de ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên jinên girtî li ber Girtîgeha Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di 8'ê adarê de jî tevlî mîtînga ku li Kadikoyê pêk were bibin."
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.
(zt)

