Îdiaya ku jina ciwan F. Ç. ji qadtê 7’an ket
14:57
JINHA
AMED - Li Amedê jina ciwan a bi navê F.Ç. (16) bi îdiaya li mala xwe ya qata 7'an ketiye xwarê û bi giranî birîndar bû.
Welatiyên êzidî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviyan û hatin li Amedê bi cih bûn. Malbatek êzidî li Erxeniya Amedê bi cih bû. Hat îdiakirin ku jina ciwan F.Ç. (16) li mala xwe ya li taxa Adanan Menderesê ya Erxeniyê ji qata 7'an ket xwarê û bi giranî birîndar bû. F.Ç. ji hêla kesên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê. Li gorî agahiyên hatin wergirtin F.Ç beriya bûyerê li şaneşîna malê bi telefonê re diaxivî û piştî ji ser hişê xwe çûye ketiye xwarê.
(zt)
