Li Bedlîs, Colemêrg, Îdir, Wan û navçeyan çalakiyên 8’ê Adarê
15:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên weke Bedlîs, Colemêrg, Îdir û gelek deverên dinê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinên Kobanê em xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" çalakî û bername pêk hatin û bi hezaran jin tevlî bernameyan bûn.
BEDLÎS
Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Betlîsê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de li Tetwanê meşek li dar xistin. Di meşê de jinên DBP/HDP'ê û sedan jin amadebû. Di meşê de pankartên "Em bi jinên li Kobanê li ber xwe didin xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" Girse li ber avahiya DBP'ê Tetwanê bi çepik, tilîlî û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadi" û "Bê Serok jiyan na be" meşiyan. Di dema meşê de bi dehan polîsên hatin li Duraxa Reşa xwestin meşa jina asten bikin. Li ser astengiyê jinên bertek nîşan dan û bi çalakiya rûniştînê hewldana polîsan şermezar kirin. Piştî çalakiya rûniştinê jina meşa xwe dewam kir, jinan li ber AVM Tatwanê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê jina qûrnefil li jinan belav kirin. Jinan bi stiran û govendê çalakî veguherand şahiyê.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyekê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê aşkere kir. Di daxuyaniya ku li Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê hat dayîn de hevserokên jin ên DBP û HDP’ê jî amade bûn. Hevseroka DBP’a Colemêrgê Emîne Akboga destnîşan kir ku jin dê bi dirûşma “Em bi jinên Kobanê bi rêxistin bibin, jiyanê azad bikin” 8’ê Adarê pîroz bikin. Emîne li ser giringî û dîroka 8’ê Adarê sekinî û diyar kir ku hê jî di nav civakê de jin bêhêz tên dîtin û şiddet fizikî, dêrûnî û aboriyê a li hember jinan berdewam dike. Emîne destnîşan kir ku pergala baviksalar hê jî jinan wek koleyan dibîne û heya jin mafên xwe bi dest bixin ew ê têbikoşin.
Emîne li ser bernameya 8’ê Adarê jî sekinî û da zanîn ku ew ê li her taxê civînan bi jinan re bigirin û derbarê bernameyê de ev tişt anîn ziman: “ Di 3’ê mehê saet 13.00’an de ji bo dilên jin kart bên şandin. Di 6’ê mehê belavok bên belavkirin û di saet 17.00’an de bi pêşengiya Meclisa Jinên KESK’ê meşek were lidarxistin. Di 8’ê mehê de jî bi beşdariya parlementerê HDP’ê Aysel Tugluk li ber avahiya DBP’ê mîtingek girseyî were lidarxistin.”
ÎDIR
Li Îdirê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin kart hatin şandin. Jibilî hevparên KJA’yê rêveberên DBP, HDP, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî di nav de jin li ber avahiya HDP’ê kom bûn û hate Postexaneya Navendî ya Îdirê meşiyan. Piştî meşê jinan bi tîlîlî û dirûşmên “Jin jiyan azadî” kart ji girtiyên jin re şandin û piştre j îli navenda bajar ji bo bangawaziya mîtînê belavok belav kirin.
BÊGIRÎ
Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê bi pêşengiya KJA’yê şahiya 8’ê Aderê hate lidarxistin. Şah îli ber avahiya şaredariyê hate lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. Beriya şahiyê jinên ku li ber avahiya DBP’ê kom bûn bi dirûşmên “Ji şîdeta li dijî jinan re na” “Jin jiyan azadî” ve heta cihê şahiyê meşiyan. Hevşaredara Bêgiriyê li vir axivî û got ku jin bi rehetê heta roja îro nehatine. Hevseroka DBP’ê ya Bêgiriyê Hîcran Arpa jî anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ji bo ku derbasî muzakereyan bibe jinên kurd roleke mezin lîstine.
Piştî axaftinan hunermendên NÇM’ê û hunermendên herêmî stranên xwe stran û jinan govend gerandin.
EBEX
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî di çarçoveya pîrozbahiyan de li salona konferansê ya şaredariyê xwarin dan. Xwarin ji aliyê Şaredariya Ebexê ve hate dayîn. Li vir Hevşaredara Ebexê Suna Atabay axivî û got ku di rojeke wisa watedar de weke jin hatine ba hev û piştevaniya jinan nîşan dane. Atabay destnîşan kir ku jinên kurd berxwedaneke ku ji bo hemû jinên cihanê bibe mînak nîşan dane.
Piştî xwarinê jin pêşangeha ku wêneyên jinên hatin pêşandan geriyan.
PAYÎZAVA
Li navçeya Payîzava ya Wanê şaredariyê qurnefîl li jinên navçeyê belav kirin. Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkarên jin ên şaredariyê jî beşdarî xebatê bûn û piştre jî çûn serdana jinên di sazî û dibistanan de dixebitin.
(kom/zt)

