Dayîkên Aştiyê rûyê xwe girt û meşiyan
15:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistanê "paketa ewlehiyê" ya li meclîsê dibe sedama nîqaşê gelek dijwar tê şermezarkirin. Dayîkên Aştiyê li gelek bajaran rûyê xwe girtin û meş li dar xistin. Li gelek navendan jî encamên meclîsa şaredariyê bi "kiras û fîstan" û "şal û şapikan" civînên xwe yên meha adarê li dar xistin.
AMED
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" meşek li dar xistin. Dayîkên ji ber avahiya KCD'ê dest bi meşê kirin xwestin heya ber Walîtiya Amedê biçin. Lê polîsan li ber AZCPlazayê pêşiya dayîkan girt û destûr nedan heya ber Walîtiyê bimeşin. Di navbera dayîk û polîsan de dem dem rageşî çêbû û dayîkan bi gotina "AKP'ya ji dayîkan tirsê dê bi van polîsan re aştiyê pêk bîne? bertek nîşan dan. Di meşê de dirûşmeyên "Dayîk şer naxwazin, dayîk aştiyê dixwazin" û "Bijî berxwedana dayîkan" hatin berzkirin. Dayîkan li ber AZC Plazayê daxuyanî dan çapemeniyê. Li navê dayîkan Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Raifê Ozbey daxuyanî xwend. Raifê diyar kir ku pakêta ewlehiyê ya ku AKP'ê dixwaze derbixe mafê civakê tune dike û wiha got: "Pakêta ewlehiyê bi giştî qetlîam, cineyetên kiryar nediyar û şewitandina gundan zagonî dike. " Raifê destnîşan kir ku ew wek dayîkên kurd vê zagonê nepejirînin û wê hemû mafên xwe yên demokratîk bikarbînin. Raifê anî ziman ku li aliyekê hewildana bêdengkirina çekan li aliyê din jî AKP bi pakêta ewlehiyê amedekariya şer dike.
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Havva Kiran jî nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku polîs ji hêza 50 dayîkan ditirsin.
Dayîka 3 gerîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn Sakîne Arat jî bang li dayîkên tirk kir û wiha got: "Ji bo zarokên we jî nemirin û ji bo aştiyê dest bidin me. Bila AKP zarokên me nekuje."
PASUR
Meclîsa Şaredariya Pasurê jî bi armanca şermezarkirina "paketa ewlehiyê" bi kincên gelerî li dar xist. Ji civînê re Hevşaredara Pasurê Sadiye Suer Baran kir.
FARQÎN
Endamên Meclîsa Şaredariya Farqînê jî bi heman armancî civîna xwe mehane bi kincên gelerî li dar xist. Jinên ku bi kincên reng bi reng tevlî bibûn, zilaman jî 'şal û şapik' li xwe kirin û tevlî bûn. Endamên jin, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên kurd û cîhanê pîroz kirin û xwestin ev roj riya aşitî û azadiyê veke. Li aliyê din di meclîsê de hate diyarkirin ku dê roja 8'ê adarê ji bo hemû xebatkarên jin ên şaredariyê bi destûr bê hesibandin.
SÊRT
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê meş li dar xist. ÎHD, HDP, DBP û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Dayîkên li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê dest bi meşê kirin li Durya Otela Erdefê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li vir polîsan ji dayîkan re anonsa "200 metre nêz walîtiyê daxuyan dayîn qedexe ye" kirin. Li ser vê yêk dayîkan dest bi çalakaiya rûniştinê kirin. Pişt re Berdevka Dayîkên Aştiyê Hediye Suçin daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku tu fêdê paketê ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re tuneye.
RIHA
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Dayîkên Aştiyê bi heman armancê çalakî li dar xistin. Hevşaredara Pîrsusê Zuhal Ekmez, Hevseroka DBP'ê ya Pîrsusê Rojda Bînîcî, endamên DBP'ê gelek welatiyan tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê girseyê Rêvebera Dayîkên Aşitiyê Ferîde Baran axivî û got ku paketa ewleyiyê êrîşkirina li ser gelane û paket ne ya bi ewleyiye ya bê ewleyiye û wiha got: "Destê xwe ji qiriqa me vekin. Paketa ewleyiyê faşîzme û em rê nadin vê paketê. Bila paketa AKP'ê bo AKP'ê be em naxwazin. Paketa ewleyiyê zagona rêveberiya awarte ye û em qebûl nakin divê ku demildest ji meclîsê bê vegerandin. Em ne paketa ewleyiyê, em azadiya xwe dixwazin"
Berî çalakiyê polîsên sîvîl bi telofonên xwe wêne û dîmenên çalakvanan kişandin û li hemberî vê jî di navbera Hevşaredar Ekmez û polîsan de nîqaşekê kurt derbasbû.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseyê 2 deqiqeyan çalakiya runiştinê pêk anî û belavbûn.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî Dayîkên Aştiyê li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û bi dirûşmeyên “Jin şer naxwazin jin aşitiyê dixwazin” û “Jin alîgirên aştiyê ne" ber bi Parqa Maliyeyê ve dest bi meşê kirin. Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz, HDP, DBP û gelek jinên din tevlî meşê bûn. Li parqê li ser navê dayîkan Zuhre Tatli axivî û xwest ku paketa ewlehiyê paşve bê kişandin.
ŞIRNEX
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê jî bi heman armancê li ber Edliyeya Şirnexê çalakî li dar xistin. Hevşaredara Şirnexê Eylem Onur, hevserokên DBP Û HDP'ê yên Şirnexê û gelek kesên din piştgirî dan çalakiyê. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê Şemsî Kara diyar kir ku ew paketê wisa qebûl nakirin û wiha got: "Ev zagon dê biratiya kurd û tirkan darbe bike. Divê zagonên hemû kes bi hev re bijîn ên demokratîk bên derxistin."
Endamên meclîsa Şaredariya Şirnexê, civîna fermî ya mehane ji bo şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" bi kincên xwe yên gelerî beşdar bûn. Endamên jinan bi kiras û fistan, zilaman jî bi kincên "Leşkerî" tevlî civînê bûn. Hevşaredara Şirnexê Eylem Onur, diyar kir ku ew dê zagonên ku dixwaze civakê bike yek tîpî ya hikumeta AKP'ê nasnekin û wiha got: "Folklora hezaran salî ya gelê kurd û perçeyek ji nasnameya civakê ye em dê nehêlin ji hêla hikumetan ve bê mudaxelekirin."
QOSER
Meclîsa Şaredariya Qoserê jî bi heman armancê civîna xwe ya meha adarê bi hincên gelerî li dar xist. Hevşaredar û endamên meclîsê bi armanca şermezarkirina "paketa ewlehiyê" bi kincên gelerî tevlî civînê bûn. Hevşaredara Qoserê Leyla Salman beretk nîşanî paketê da û diyar kir ku ew vê yêkê qebûl nakin û tu zagon çand û kincên wan nikare qedexe bike. Salman anî ziman ku êdî dê bi kincên xwe yên gelerî tevlî civînana bibin.
NISÊBÎN
Dayîkên Aştiyê yên Nisêbînê jî li ber Mala Jinan a Gulşînav hatin cem hev û heya ber Edliyeya Nisêbînê meşiyan. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û gelek jinên din jî tevlî meşê bûn. Di meşê de dişûmeyên "Em paketa Erdogan naxwazin", "Bijî Serok Apo" û "Jin şer naxwazin" hatin berzkirin. Li ser navê dayîkan Perîhan Altug daxuyanî xwend û diyar kir ku ew naxwaze êdî zarokên wan bên kuştin.
Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû
ÊLIH
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiya hundir" li ber avahiya walîtiyê çalakî li dar xist. Meclîsa Jinên DBP'ê ya Êlihê, SELÎS, Hevseroka rêxistina HDP'ê Selma Kaya û gelek dayik piştgirî dan çalakiyê. Dayikên ku dev û rûyên bi desmalan girtin li ber Nexweşxaneya Batmanê ya Taybet kombûn û bêdeng heya ber avahiya walîtiyê meşiyan. Hevserokê HDP'ê ya Êlihê Selma Kaya li ser navê dayiken aştiyê daxuyanî xwend. Kaya diyar kir ku hişmendiya hikûmeta AKP'ê ya dijî demokrasiyê pêvajoya çareseriyê dixe nav aloziyeke mezin. Lewra ew wek dayikên aştiyê li hember zilm û zordariya dagirkeran têbikoşin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
(ho/zt)

