Jinên Edeneyê ji bo jinên girtî kart şandin

15:48

 


JINHA


EDENE  – Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi pêşengiya KJA’ê jinên Edeneyê ji  jinên girtî re qert şandin.


Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de li Edeneyê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ê  gelek jin kombûn û ji jinên di girtîgehan de  kart şandin. Jin li ber Nûneriya taxa Ovaya girêdayî navçeya Seyhana Edenê  hatin ba hev û bi erbanêyan heta postaxana Şakirpaşa meşek li dar xistin. Di meşêde diruşmeyên “jin jiyan Azadî”, “Jinê girtî rumeta meye” û “Bijî berxwedana YPJ’ê”  hate berzkirin û gelek sirud di meşêde hatin xwendin. Berî jin peyamê li ser qerta ji girtîyare bişînin li ser navê KJA Hevseroka Navçeya Seyhanê yi HDP’ê Suzan Kiliç axivî û dîyar kir ku  gelek hevalên wan, ji ber li hember faşîzmê derketine ketine girtîgehan. Suzan da zanîn ku jin tu caran dev ji doz xwe bernadin û her tim wê berxwebidin û cejna hemu jinê cihanê pîrozkir.


Piştî axaftinan jinan  ji jinên girtî re peyam şandin.


 


(oze/zt)