Li Êlihê ji bo Şervana YPJ’ê Mizgîn serdanên sersaxiyê
16:21
JINHA
ÊLIH - Serdana sersaxiyê ya ji bo Şervana YPJ'ê Mizgîn Onar (Asmîn Sason) a ku di encama operasyona paqijkirina gundên Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî tê ziyaretkirin.
Serdana sersaxiyê ya ji bo şervana YPJ'ê Mizgîn Onar (Asmîn Sason) a ku di encama operasyona paqijkirina gundên Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê de di 26'ê sibatê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê gelek welatiyan ve li Mala Şînê ya Çayê bi girseyî tê ziyaretkirin. Li cihê şînê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Mazlum Dogan, şervanên YPG/YPJ'ê û alên PKK, KCK'ê hatin daliqandin.
Bavê Mizgîn Medenî Onar spasiyên xwe pêşkêşî kesên tevlî serdana sersaxiyê bûne kir û bilêv kir ku ew wek malbateke kurd bi têkoşina zarokên xwe serfiraz e.
(ho/zt)
