Li Şaredariya Nisêbînê civîna bi cil û bergên netewî

16:31

 


JINHA


MÊRDÎN – Jinên meclisa şaredariya Nisêbînê bi boneya 8’ê Adarê bi cil û bergên xwe yên netewî ve beşdarî civîna mehane ya meclisê bûn.


Civîna meha adarê ya meclisa şaredariya Nisêbînê hat lidarxistin. Endamên meclisê yên jin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cînanê bi cil û bergên xwe yên netewî ve beşdarî civînê bûn. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya diyar kir ku bi boneya 8’ê Adarê wan cilên netewî wergirtine û got: “Em li vêderê didin carekdinê didin diyarkirin kum e paketa ewlehiyê ne pejirandiye. Heger bê xwestin emê herû rojan bi van kincan ve bên. Despêkirina Meşa Jinên Cîhanê ji Nisêbînê dide diyar kirin ku sînorên nava me û Rojava de çiqas bê watene. Em hemû kesê vedixwînin çalakiyên 6 û 7’ê Adarê li Nisêbînê.”


Civîn bi duruşmên jinan yên “Jin jiyan azadî” bidawî bû.


 (zt)