Li Mexmûrê şevbêriya Koma Meryem Xan ya jinan

16:56

 


JINHA


MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de şevbêriya jinên dengbêj hat li darxistin. Di şevbêriyê de Koma Meryem Xan gelek sitiranên dengbêjiyê gotin.


Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bername û rêzeçalakiyên ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê  destpê kirin.  Çalakî ji aliyê Meclîsa Îştar ve tên  rêxistinkirin. Li Saziya Komalên Ciwan ên Mexmûrê şevbêrka dengbêjan a jinên Mexmûrê hat lidarxistin. Di şevbêriyê de Koma Meryem Xan ya dengbêjên jin hunerên xwe pêşkêş kirin. Di şevê de dayîkan gelek stranên dengbêjiyê gotin û şevbêrî ji aliyê welatiyên wargehê ve rastî eleqeyek mezin hat.


Bername bi lîlandinan bi dawî bû.  


 


(zt)