F. Ç. ya bi îdiaya ji qata avahiyê a 7’an ketiye jiyana xwe jidest da

17:25

 


JINHA


AMED - Li Amedê jina ciwan a bi navê F.Ç. (16) bi îdiaya li mala xwe ya qata 7'an ketibû xwarê û bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

Welatiyên êzidî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviyan û hatin li Amedê bi cih bûn. Malbatek êzidî li Erxeniya Amedê bi cih bû. Hat îdiakirin ku jina ciwan F.Ç. (16) li mala xwe de dema bi telefonê re diaxivî û piştî ji ser hişê xwe çû ketibû xwarê. F.Ç. bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê. Ligel hemû mudaxaleyê F.Ç. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê F.Ç. piştî otopsiyê radestî malbata wê bikin.

(zt)