Jinan Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan xorikir
17:30
JINHA
SÊRT - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan a ku li gundê Bexdikê yê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dar li navçeya Dihê ya Sêrtê hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan (Nefel Basret) a ku di 27'ê sibatê de li gundê Bexdikê yê li rojhilatê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û karên otopsiyê yên li Rihayê anîbûn Amedê. Cenazeyê Mizgîn serê sibê ber bi Sêrtê ve derxistin rê. Konvoya cenaze ewil li naveya Bismîlê ya Amedê pişt re jî li sêriya Sêrt, Dih û Misirê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkriinê cenazeyê Mizgîn ber bi Dihê ve bi rê ket. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesên di nav de ciwan, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên Dihê, Hevşaredara Sêrtê, ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê ve hate pêşwazîkirin. Di ketina bajar de cenazeyê Mizgîn ji aliyê jinav ve hate girtin û li ser milan ber bi Goristana Dihê ve birin.
Di meşê de tepsiya henê û gul hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwadana YPJ-YPG", "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî berxwadana Kobanê " hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egît) û Şervana YPJ'ê Mizgîn Alan hatin hilgirtin.
'Riya we vekirî be'
Piştî nimêjê cenazeyê Mizgîn ji aliyê jinan ve hate definkirin. Ewil dayîka Mizgîn, xaltî û xwîşên wê axa avêt ser gora wê. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Pişt re Endama MEYA-DER'ê ya Sêrtê Kadriye Cengîz axivî û sersaxî li malbatê da. Pişt re dayîka Mizgîn Zelîha Alan axivî û wiha got: "Êdî şehîde û bi hezaran zarokên min hene. Serê Kurdistan, Rêberê Apo û rêhevalên wê sax be. Ez spasiya xwe li hemû kesên xwedî li şehîd derketin dikim. Şehîd ê me hemûyan e. Ez ji zarokên xwe yên di nava YPG û YPJ'ê de têkoşînê dimeşînin serkeftinê dixwazim." Zelîha bang li şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin wiha kir: "Riya we vekirî be. We ji me re cihan ronî kir."
Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm jî axivîn û sersaxî li malbatê dan.
Piştî axaftinan gireyê heya ber konê sersaxiyê yê li Kolana Cumhuriyetê ya taxa Dih ji bo Alan hatî vekirin meşiya.
(zt)

