Cenazeyên Endamên HPG’ê Mehmet Şerîf û Bariş anîn Pirsusê
17:39
JINHA
RIHA – Cenazeyên Mehmet Şerîf Aksoy (Cudî Dêrik) û Bariş Çinar (Azad Amed) ên YPG’î yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan anîn Pirsûsê.
Cenazeyê Bariş Çinar (Azad Amed) ê YPG’î piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kir 2 rojan jiyana xwe ji dest da û li Kobanê hate definkirin û cenazeyê Mehmet Şerîf Aksoy (Cudî Dêrik) ê di 27’ê Sibatê de li gundê Îdaniya ya Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Serxetê ji rabedarên Kantona Kobanê hatin wergirtin. Cenazeyên Mehmet û Bariş bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve birin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û dê ji bo otopsiyê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Piştî otopsiyê cenazeyê Bariş bişînin Amedê yê Mehmet Şerîf jî bişînin gundê Erbete ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê.
(zt)

