Dê jin ji Silêmaniyê heya Şengalê bimeşin

19:47

 


JINHA


SILÊMANÎ - RJAK’ê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê diyar kir. Daxuyanî ji aliyê Endma RJAK’ê Tara Qadir ve hat xwendin. Tara diyar kir ku dê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji Silêmaniyê heya Şengalê bimeşin.


Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî li ber Baxa Giştî ya bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna gelek nûnerên rêxistina jinên Başûr û beşên din ên Kurdistanê hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê, Tara Qadir ve hat xwendin de hat gotin ku wê çalakiyên 8’ê Adarê ji salên din cêwaztir bibe û wiha berdewam kir: “Ji sala par heta niha em bûne şahidê berxwedaniyek bêwêne li tevahî Kurdistanê. Gelek jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Bê agahî ji çarenûsa wan jinan ji bo jinan di warê fikrî û ramanê de êşeke mezine.”

‘Yekgirtina jinan dê bibe temînata pêşerojek azad’


Tara Qadir diyar kir ku ew wek jin êdî bi rêxistin û tekoşînê ber bi jiyana azad ve gav davêjin û wiha pêde çû: “Yekbûna jinan li başûrê Kurdistanê û tekoşîna wan ya hevbeş wê bibe temînata pêşerojek azad. Di vê rojê de herî zêde pêwîstiya me bi yekîtî, xweperwerdekirin û avakirina hêza hevbaş a jinan heye.”


Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku jin wê ji Silêmanî heta Kerkûkê, Hewlêrê û heta Şengalê bimeşin. Ji bo wê jî dê gelek kes û rêxistinên jinan beşdar bibin. Her wiha RJAK bang li hemû rêxistinên jinan û jinên çalak dike ku beşdarî vê meşê bibin.

(zt)