‘Polîtîkayên enerjiyê yên hikûmetê ne rast in!’
21:39
Pelîn ÎKTUEREN - JINHA
ÎZMÎR – Nerazîbûnên li hemberî santrala termîk a tê xwestin li Alîagaya Îzmîrê bê çêkirin, berdewam dikin. Berdevka Demî ya Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê Prz. Berrîn Esîn Kaya got ku “Polîtîkayên hikûmetê yên enerjiyê, li gorî me ne rast in. Ne li Herêma Egeyê an jî Îzmîrê, li hemû Tirkiyê harbûneke têkildarî santralên termîk heye. Harbûneke têkildarî projeyên HES’ê heye. Ev qas pêdiviya me bi enerjiyê heye an tuneye, ev mijara nîqaşê ye.”
Nerazîbûnên li hemberî santrala termîk a tê xwestin li Alîagaya Îzmîrê bê çêkirin, berdewam dikin. Berdevka Demî ya Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Prz. Berrîn Esîn Kaya got ku “Polîtîkayên hikûmetê yên enerjiyê, li gorî me ne rast in. Ne li Herêma Egeyê an jî Îzmîrê, li hemû Tirkiyê harbûneke têkildarî santralên teknîk heye. Harbûneke têkildarî projeyên HES’ê heye. Ev qas pêdiviya me bi enerjiyê heye an tuneye, ev mijara nîqaşê ye.” Berrîn anî ziman ku Alîaga herêmeke pir taybet e û domand: “Divê em pirsa ‘pêdivî bi ev qas enerjiyê heye?’ ji xwe bikin.
‘Ne santrala termîk, li Alîagayê nekarî dikaneke hesinkariyê jî bê vekirin’
Berrîn, gotina Midûrê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Hawirdorê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Umît Erdem jî bi bîr xist û got ku “Ne santrala termîk, li Alîagayê nekarî dikaneke hesinkariyê jî bê vekirin. Li wir karûbarên çandinî tên kirin. Baxçeyên zeytûnan hene. Li herêmeke ku qadên çandiniyê ev qas nêz in, nabe ku karûbareke wiha bê meşandin. Di heman demê de, li gorî qanûna parastina xwezayê, ax tê qirêjkirin. Dê metalên giran derkevin. Bi vê yekê re dê bermayiyên komirê çi bibin?” Berrîn diyar kir ku niha 7 projeyên santrala termîk hene, li gorî daneyên zanistî yên hatine girtin, di aliyê enerjiyê de valahiyeke ev qas mezin tuneye. Berrîn wihat domand: “Komir, sotemeniya fosîl e. Dibe sedem ku gaza sera zêdetir bikeve kezeba zindiyan. Li vê herêmê jixwe qirêjî zêde ye. Santrala termîk a ku bi komira dibe sedema qirêjiyê dixebite bê avakirin, ev xetere ye.”
Têkoşîn bi jinê re xurttir dibe
Berrîn destnîşan kir ku di têkoşîna hawirdorê de cihê jinan girîng e û wiha pê de çû: “Pir girîng e ku jin di têkoşînê de cih bigirin. Çavdêriyên me nîşan didin kul i cihên jin lê tevlî têkoşînê dibin, destkeftî jî xurttir dibin. Jin pir bi baldarî û bi biryar têdikoşin. Lewma jî em dibêjin ev têkoşîn divê bi jinan û bi ciwanan re, bi hev re bê meşandin. Li ku jin hebe, ew têkoşîn ewqas ewqas dirêj didome. Û encam girtin jî zêdetir pêkan dibe.”
Di hêla ekolojiye de li her derê şewat heye!
Berrîn Esîn Kaya da zanîn ku santralên termîk, li herêmên nêzî avê tên avakirin. Berrîn, diyar kir ku ava dê ji bo sarkirinê bê bikaranîn, dê ji behrê bê kişandin û ava germ dê biherîkinîn nav behrê. Berrîn anî ziman ku ev rewş dê ekolojiya xwezayî ya behrê xirab bike. Berrîn diyar kir ku Alîaga, Foça û Akdenîzê, qada jiyana foqan e û hejmara van ajalan, bi lez û bez kêm dibe. Berrîn anî ziman ku divê baş bê lêkolînkirin ku çi qas pêdivî bi enerjiyê heye û wiha domand:
“Pêdiviya me bi ev qas enerjiyê heye an tuneye, ev mijareke gelek bi nîqaş e. Bi rastî jî divê bê nîqaşkirin ka ev ji bo çi, ji bo kî û çawa xizmetê dike. Ji ber vê sedemê jî, polîtîkayên enerjiyê yên hikûmetê, li gorî me, ne rast in. Divê bê pirsyarîkirin ka enerjî ji bo çil azim e. Enerjî ji bo kî/kê lazim e? Li gorî fikra me, niha polîtîkayeke enerjiyê tuneye. Em wekî polîtîkaya xwe diyar dikin ku bila serfkirin bê kêmkirin, li gorî pêdiviyê, bi awayekî ku xwezayê, hawirdorê û jiyana zindiyan neke xeterê, hilberandineke pêk bê. Îro tiştê ku hawirdorê qirêjî dikin, bermayiyen we yên malê nînin. Karûbarên ku qirêjiyê çêdkin, bi rastî ji aliyê saziyên senayiyê ve tên kirin. Robar bi tifkirinê qirêjî nabin, bi bermayiyên senayiyê qirêjî dibin. Kontrola vana jî têra xwe nayê kirin. Sermaye dixwaze ku zêdetir pere qezenc bike. Îro her derê ji bo bikaranîna sermayeyê vekirine. Qadên hêşînayiyê tên wêrankirin. Hemû qadên parastinê ji bo îmarê tên vekirin. Ji bo çêkirina fabrîqeyên li wir, destûr tê dayîn. Qanûna Parastina Axê, tune dihesibînin. Di hêla ekolojiyê de li her derê şewat heye.”
Beriya 20 salan dadgehê çêkirina santrala termîk rawestand
Li gorî daneya hatiye ragihandin, 20 sal berê teşebuseke ji bo avakiria santrala termîk çêbû. Li wir têkoşîneke hat meşandin û ji bo rawestandina santrala termîk, pêvajoyeke hiqûqê hat destpêkirin. Di wê pêvajoyê de, dadgeha îdareyê rapora zanayan girt. Di raporê de dihat gotin ku bi çêkirina santrala teknîkî re, qirêjî bandorê li daristanên çamên sor dike û nabe ku santrala termîk bê çêkirin. Bi dayîna vê raporê re, dadgehê 20 sal beriya niha, çêkirina santrala termîk, sekinand.
Foto: Pelîn ÎKTUEREN
(pi/hp/ho)

