'Divê jin li hember Rejîma İran ê pergala xwe avabikin'
09:36
Şerdem Edessa / JINHA
İRAN – Hevseroka Partiya Jiyana Azad (PJAK) ê Evîndar Rênas diyar kir ku Rejîma Îran ê hewildide bi dardekirin, qirkirin, şidet, di temenê zaroktiyê de zewacê û madeyên hişberiyê jinan ji jiyanê biqetînin. Evîndar da zanîn ku divê jinên Îranê li hemberî polîtîkaya şidetê ya Rejîma Îranê xwe bi rêxistin bikin û got: “Heger jin û civak pergala xwe ya azad avabikin dikarin hemû deshilatiyê vala derxînin. Emê bi vê altarnatîfê û vê rêbazê pirsgirêkên gelê Îranê û tayîbetî jî pirsgirêkên jinan çareserbikin. Em bawerin emê bi tekoşînê bigihîn azadiyê.”
Hevseroka Partiya Jiyana Azad (PJAK) ê Evîndar Rênas girêdayî polîtîkayên Rejîma Îranê yên ser jinan ji ajansa me re nirxandin kir û çavkaniyên êrîşên ser jinan li Îranê, siyaseta ser jinan didin meşandin û rêyên çareseriyê vegot.
Hûn siyaseta niha a ser jina tê meşandin çawa şîrove dikin û çavkaniya xwe ji çi digire sedemê wê çine?
Li cihanê û taybet li Rojhelata Navîn şer û kaosa ku tê jiyan kirin, xirabeya ji mirin, şidet û êşên ji jinan gelan û çandan re tê hiştin ji lîstokên vê sed salê yê modernîteya kapîtalîst dûr nînin. Hêzên modernîteya kapîtalîst çewa xwastin di pêvajoya şerê sar de bi hinceta tehdîta sovyetan cihanê dîzayîn bikin, di pêvajoya şerê germ de jî bi rêya rêxistin û saziyên çêkirine hewl didin van pilanên xwe bidomînin. Di vê serdemê de jî hêzên Rojavayî bi hinceta 11 eylûl ê û şer dij El Qaîdê Efganistan û Iraq işkal kirin. Îro jî ev hêz bi rêya DAIŞ’ê hewl didin herêmê dîzayn bikin. DAIŞ’a ku tayên wê jî weke yê El Qaîdê destê pir dewletan deye, berhemê 200 salên dawî yê siyaseta Modernîteya Kapîtalîzm ji bo Rojhelata Navîn e. Hêzên hegemonîk-kapîtalîst bi pilana xwe ya Projeya Rojhelata Navîn a Mezin herêmê ber bi intiharê dehf didin û şerê xwe yê talan û bîrdozî li vir didin meşandin. Ev çeteyên ku weke belayekê ketin Rojhelata Navîn ser jinan, gelan, bawerî û çandan siyaseta lewazkirin û bênirx kirinê didin meşandin. Li ku derê destwerdan çêbûye li wir jin hatiye hedef kirin û berdêlên herî giran jinan dane. Di kesayeta jinan de mirovahî tê hedefgirtin. Çawa îro Rojhelata Navîn bûye navenda êriş û her cûre ceribandinên hovene jin jî di vê serdemê de bûye navenda her cûre êriş û ceribandinan. Ev zihniyet û siyaseta piştwê Jinan weke navenda hevsengî, gûhertin û tehekûmiyê digirin dest. Her cihê ku destwerdan çêbûye li wir di serî de zagonên derheqê jinan bêy nêrîn û biryarên wan hatine destgirtin û sepandin.
‘Her hêza ku derdikeve bi polîtîkayên li hemberî jinan şerê xwe berdewam dike’
Her hêz bi polîtîkaya hemberê jinan raber dike serweriya xwe diyar dike û bi wê şêvazê şerê xwe dide meşandin. Şerê mezhep, pergal, desthilatdarî, modernîzim û çînayetî hemû ser jinan tê ceribandin û hevsengiya hemûyan bi rêya jinan dikin. Ev siyaset û cenawerên ku bi destê wê zihniyetê hatine avakirin ewqas hovane ser cûdahî, dewlemendî û jinan li herêmê êriş dikin qey ji vê axê, rih û cewherê wê tol digirin dijminahî dikin. Li Nijerya û Kûrdistanê bi hezaran jin bi destê siyaset û caniwerên pergala deshilatdar hatin qetilkirin û her roj qetliam û hovîtiyên ku ti pêywendiya xwe bi mirov bûnê nînin tên jiyan kirin. Ev êrişên qirêj ser bingehê xistin û pêşî girtina ji berxwedana hêzên demokratîk û alternatîfeke demokratîk di serî de jinan hedef dikin, bi qirkirin, şikandina îrade û dîlgirtina jinan hewl didin alternatîfan ji holê rakin. Ya rast demokrasî, azadî, cûdahî û çanda herêmê û dîroka jinên berxwdêr û civaka azad tê hedef kirin. Di kesayeta jinan de dîroka berxwedana gelan û mirovahiyê tê armanckirin. Rojhelata Navîn, cûdahî û dîroka wê tê hedefkirin.
‘Li Îranê zarokên keç di temenê 10 salî de tên zewicandin’
Dewleta Îranê jî yek ji wan rejîmane ku bi zihniyet û siyaseta xwe ya zayendîparêz nêzê jin dibe. Di dema kaosan jiyan dike bi şidandina zagonan ser jinan hewl dide civakê kontrol bike. Li Rojhelata Navîn wehşeta ku DAİŞ’ê li Şengal bi qetilkirin û revandina jinan pêş xist, li Nîjeryayê sedan jin bi destê BOKU HERAM hatin revndin û hê jî çarenûsa wan jinan diyar nine. Li Îranê di milekê siyaseta sêdarê û wehşeta li girtîgehan ku ser jinan tê meşandin, di heman demê de bi rêya tehrîka şerîetê bi navê ‘’Neh ez Mûnker’’ sedan jin bûn qûrbanê êrişa vê zihniyetê. Di zagonan de bi navê reform û pêşketin rê ji istismar, êriş ser jin vedikin. Di van salên dawî de hem rêjeya êrişên li kolanan ser jin gehiştiye asta herî jor di heman demê de bi hezaran jinên di temenê zaroktî de hatine zewicandin ku nîvê wan zewacan bûne sedem kûştin û xwe kûştina jinan. Îran bûye yek ji wan welatan ku rêjeya zewaca jinan daketiye jêr 10 sal û zewaca bi darê zorê ji ber siyaset û piştgîriya rejîmê bûye sedema qirkirinek fizyolojî û pisîkolojîk ser jinan.
Ji damezrandina Komara îslamî heya niha li Îranê jin herdem rastî êrîşên bêmafî û zalimane tên, îdamkirin, durî qada civakî têkirin, Hun vê çawan dinirxînin?
Bêgûman dewleta Îranê bêyî destkeftiyek mezin ji vê siyaseta xwe nebe di vê pêvajoyê de rûxmê nerazîbûna civak û taybet jinan serî li van rêbazan nade. Dewleta Îranê di vê pêvajoyê de bi siyaset û rêbazên hember jinan pêş dixe di milekê de ji pêşketinên di milê jinan de ava bûne ditirse, di milê din de jî bi rêya zext û şideta ser jin civakê ditirsîne û kontrol dike. Demeke dirêje rayedarên Îranê hewl didin jinan hem ji kar hem jî ji xwandinê qût bikin û li malê careke din tenê bi rista dayîk û jina malê sînordar bikin. Ji ber rejîm jina pêşketî ji bo hikimdariya xwe weke tehlûkeyek digire dest. Bi awayek pir vekirî rêjeya xwandina jinan li Îranê ji ber ji sedî 60 nerazîbûn û gûmanê xwe tîne ziman û hewl dide pêşî lê bigre. Çewa li Pakîstan, Efganîstan û Nîjerya yê bi hezaran jin ji ber lêgera wan ya xwandinê hene îro tên qetilkirin. Rejîma Îranê jî bi şêwazek nerm û hitabê hestên paşverû yê zihniyeta zayendîparêz dike û mafê xwandina jinan sînordar dike. Ev siyaset û rêbazê hemberê jinan tê meşandin. Em nikarin van ji şerê vê demê ku di kesayeta jinan de ser civakê tê meşandin qût bigrin dest. Gotina rayedarên rejîmê ku dibêjin: ‘Pêvîste jin li malê rune, zarokan mezin bike û erka jinan ya sereke xizmeta mal û zilam e’ mirov dide fikirandin. Piştî van gotinan li hember jinan êriş pir zêdetir bûn û weke erkeke pîroz saziyên rejîmê berê xwe dane jinan û her cûre hovîtiya ser jin rewa dibînin. Li dibistanan keçê ciwan tên qetilkirin, rastî tacîz û gefxarinan tên û metirsiyeke di civakê de ava kirine. Rejîm bi vê siyaseta xwe jinên ku dînamîka herî bi hêz ya pêşvebirin û gûhertina civakêye control dike. Ev rejîm baş dizane ku jin li welatek çiqas pêşketî be di wi welatî de ewqas asta zihniyeta zayendîparêz ango Dewletgera û desthilatdariyê kêm dibe. Dewleta Îranê vê pêşketinê pêşiya rejîma xwe ya monarşîst weke astengiyeke herî mezin dibîne. Ji xwe beşdariya jin di qada civakî ku navenda lêgera civaka azad û xwe rêxistinkirina civakê ye bi ti şêvazî napejirîne û her tim pêşî li beşdariya jinan nav vê qadê de girtiye.
Rejîma Îranê jin durî hemû qadên jiyanî, siyasî,bîrdozî û aborî xistine, pişt vê siyasetê de çi heye, çima jin ji hemû saziyan tê durxistin?
desthilatdariya cihanî û taybet dewlet-netew ku ser hîmê zayendîparêzî, olperestî, nijadperestî, ilmgerî hebûna xwe didomîne, her tim bi van çekên xwe rêvebirina, qadên jiyanî, bîrdozî, Aborî û siyasî yê civakê û gelan xistiye dest xwe. Bi zihniyeta xwe ev qad rêxistin kirine û meşandiye. Ev hêzên hejmonîk û dewlet- netewên heyî bi vê yekê 200 salin ku hebûna xwe didomînin û vê sedsalê jî heman siyasetê li hemberê gelan didin meşandin. Dewleta Îranê jî ku hîmê xwe ji vê zihniyet û pêkhateyê girtiye hema rêbazî ser civaka Îranî ferz dike taybet jî her ku diçe bi astengiyê ku ava dike jinan ji vê qadê bêpar dike. Ger di qada bîrdozî de jin hebe, bêgûman li wir çand û nirxên civakê yê bên dasepandin û lêgerên azadî û jiyaneke hê cweherî yê xwe bide pêş. Ev rêbazê jiyanê ji bona rejîma Monarşî ya Îranê ku bîrdoziya xwe ser bingeheke şerîetî û zayendîparêzî ava kiriye weke xeteriyeke herî mezin tê dîtin. Ji ber vê sedemê ketina jin di nava vê qadê taybet pêşketin û zanabûna jin weke metirsiyeke herî mezin hemberê bîrdoziya xwe dibîne. Jina ku pêş ketiye û razên nehînî yê vê zihniyetê aşkar bike bêgûman yê wir û şûnda bi ti şêvazî wê dîroka direwîn ku ser pêşxistina çîn di navbera zayendan xwe rêve dibe nepejirîne. Ji ber van sedeman ne Rejîma Îranê ne jî rejîmên ku bi vê bîrdoziyê heya niha civak bi rêve birine rê nadin jin ku beşdarê vê qadê bin. Di van çend salên davî dewleta Îranê ji bona ku jin di civakê de ji aboriyê dûr bixe serî li pir rêbazan daye. Qada aborî ku qadeke girîng ya debara mirovahiye di milê zihniyta desthilatdar de ji bona ku civakê bixe bin deshilatdariya xwe û mecbûrê xwe bike weke rêbazeke herî baş ya metîngeriyê dest avêtiye aboriya civakî. Li Îranê mekanîzma aborî bi avayekê hatiye rêxistinkirin ku bêy nêrîn dewletê ketina vê qadê zor e. ji kedkarek biger heya yê ku li ser sînoran bi rêya qaçax debara xwe dimeşînin jî bin vê mekanîzmê de hatine fetisandin. Rêyên ku aboriyeke xweser hebe û civak bikare debara xwe bike nehiştine. Her çiqas di milê çîna kedkar de jin hebin jî ji ber ku weke zayenda 2. tê destgirtin mûçeya(heqdest) wê jêrtir ya zilame. Rejîma Îranê taybet van çend salên davî bi her şêweyî rê ji karkirina jinan digire û karê herî pîroz weke dayîk bûn mayîna li malê ser jinan ferz dike. Rejîma heyî baş dizane jina Îranî ger bikeva nav qada aborî wê demê ew felsefeya pergalê ku jin mecbûrê zilame û bêy wî nikare jiyana xwe bidomîne yê têk biçe. Pîroz kirina saziya malbatê û zewacê di temeneke piçûk di milê vê pergalê de jî beşek ji vê siyasetêye. Bi vi rêbazê pêş dixin jin hewceyê zilam ango pergalê tê kirin û derveyê mehkûm bûna jiyana heyî ti rê jê re nayê hiştin.
Hemû deriyên siyasetê ji bo jinan girtiye!
Di warê beşdarbûna jin ya siyasetê, derveyê van karesat û astengiyên di qada jiyanê de di milê rejîmê ji roja damezirandinê de sînorên tond û hişk hatine dayîn. Di rêvebirina dewlet û welêt de sînor bi rêya şerîetê hatine dayîn û jinên bixwazin di parlementeriyê de jî cih bigrin di hinwezaretên ku hatine destnîşankirin de tenê dikarin cih bigrin. Ji xwe behs ji serokwezîrî û serokkomariyê kirin ji bona jin qedexeye. Çalakvan û aktivîstên siyasî yê jin ger hebin jî di demeke kin de di milê vê rejîmê de bi hencetên cûda cûda yan mecbûr dimînin ku ji welêt birevin yan jî li girtîgehan bi tewanên giran tên darizandin. Rûxmê bi sedan girtiyê jin yê siyasî li Îranê hene jî lê belê heya niha ev rejîm li xwe mûkûr nehatiye ku girtiyên jin yê siyasî hene. Bi sedan jinên siyasî bin navê sûçên cûda ve hatin darizandin û darvekirin. Ji xwe di nava pergalê bi xwe de siyasetkirin bi sînore, derveyê wê jinên ku ji bona nasnama netew, çand û ramanên xwe yê azad û heya ji bona şêweyê jiyaneke azad û demokratîk siyaset bike bi sedema ku dijîtiya xwedê kiriye tê teombarkirin û mehkûmê mirinê tê kirin. Di rejîmeke wisa de behs ji siyaset û beşdariya jin ya siyasetê kirin hinek zore.
Di sala 2014’an de gelek jin rastî hêrîşên asîtpaşî piştre ji rastî hêrîşên kêran hat û herî dawî jî jin rastî hêrîşa bi çekan hat armanca van êrîşa çibûn? Çima Dewleta Îranê li hemberî van hêrîşana bêdeng ma? Dibe ku ev siyaset dewletê bi xwe be?
Di vê sed salê de ji bo jinan di warê siyasî, civakî, xwe rêxistin kirin û têkoşîna azadiyê de pêngavên pir mezin û dîrokî tên avêtin. Di heman demê de hêzên ser metîngeriya jinan hebûna xwe didomînin bi rêbazên pir hovane êrişî ser destkeftî û hebûna jin dikin. Li Îranê jî di demeke wisa dîrokî de pêşketina êrişên weke esîd avêtina ser rûyê jinan birîndarkirin û kûştina jinan ji rêzê û dûr ji vê siyasetê nîne. Avêtina kezab a ku dişibe rêbazê hovane yên DAİŞ’ê li herêmê jinan bi rêbazeke cûda dimeşîne, her ku diçe li Îranê jî weke rêbazek dijminahiya zayenda jin dimeşînin. Armanca vê siyasetê bi timamî jin ji derve qûtkirine. Rejîmê bi salan bi girtin, darvekirin û tirsandina jinan hewl da pêşî li ketina jinan nav kar, xebatên civakî, siyasî heya pêşî li xwandina jinan bigrin; lê ji ber ev siyaset bi ser neket, ji ber vê yekê vê care jî bi rêya asîd, kêr kişandin û kuştinan, jinan dikin armanca siyaseta xwe ya hovane. Şûna ku rayedarên rejîmê pêşî li vê hovîtiyê bigrin bi awayeke pir vekirî van êrişan rewa dibînin û heya teşfîq diken. Van kiryaran jî ji ber ku weke têkoşîna vê zihniyetê hemberê bêhicabî ango bêexlqiyê dibînin rewa tê dest girtin.Herî davî rûxmê ku li hemberê van êrişan nerazîbûnên gel û jinan çêbû û di asta navnetewî de jî ev kiryarên hovane hatin destgirtin û weke şermeke mezin ya mirovahiyê hate nirxandin, lê belê rêvebirin rejîmê bi avayeke pir dur ji eql û vicdan van kiryaran bi navê parastina hicap û gotina ‘’Nehy ez Mûnker’’(ango yê ku derveyê pîvanên şerîetê derdikevin mafê şiyarkirin her cûre hemberê wan heye) rewa dibînin. Ji xwe saziya Besîc (milîsan. Ku di demê serokkomarê Rejîma cimhûriya İslamiya Îranê Xûmênî de bi navê parstina namûsa vê dewletê hatiye damezirandin)hencet û behaneyeke bi vi şêvazî digeriya ku tol ji civak û taybet jinan bigre. Ev sazî û zihniyeta ku ev sazî avakiriye ji ber ku sedemê hemû bêexlaqiya nav civakê de jin dibîne berê xwe dane jin û êriş diken. Hem bêdengiya rejîmê der heqê van kiryarna heman dem rewa dîtina vê wehşetê siyaseta ku bin van êrişan de tê meşandin di vê demê de raste rast derdixîne holê. Her çiqas ev rejîm hebûna çete û hovên weke DAİŞê ji bona xwe weke xeterî dibîne lê belê rêbazên wan çeteyan yê dij jin bi rêya saziyên xwe û zagonên xwe li ser jin û gelê li Îranê dide meşandin. Gerdemê pêş de di milê rejîmê de ev çete û zihniyeta ku ser jin êriş diken bên pîroz kirin mirov matmayî namîne. Civaka îranî her çiqas li hemberê van kiryarên rejîmê bi hirs bin û dij derketinek hebe jî lê belê ji ber metirsiya ji van êrişan bi navê parastina û pêşî girtin ji van êrişan rê naden ku jin ji malê derkevin. Ger em li rastiyê van êrişan temaşe biken ji xwe armanca rejîmê jî eve ku jinan di nava çardîwaran de dîl bigrin û bi vi şêvazê rejîma heyî digehe armanca xwe. Her çiqas di milê civakê de bi mebesta xizmetkirin bi vê siysetê ev rêbazê parastinê neyê bikar anîn jî lê belê ya ku tê kirin bê zaniest be jî tenê xizmeta vê zihniyetê dike. Ger di milê civakê de helwestên hê radîkaltir û rêbazên hê dewlemnd li hemberê van êriş û siyaseta tê raberkirin bihatiban bi kar anîn van hêzan cesareta wê di xwe de nedidîrin ku pêşve biçin. Li cihê ku helwest û têkoşîna civakê li hemberê kiryarên bi vi şêvazî bisekine wir civak mehkûmê ya ku tê dasepandin dibe û bi xwe xwe siyaseta ku hemberê van tê raberkirin rewa dikin.Ger îro li Îranê êrişên ser jin her ku diçe zêde dibin û civak jî bi van rêbazan hewl dide ku jin biparêze bêgûman ya ku dibe qûrbanê vê siyasetê dîsa jine.
Gelek jinê aktîvîst dibêjin di hilbijartinên Serokomariyê de gelek wade hatine dayîn lê heta niha yek jî pêk nehatiye û berovajî rewşa jinan hîn xerabtirbûye û jin dibêjin ku em êdî dengê xwe nadin Hesen Ruhanî em nacin ser sîndoqan hûn helwestê van jina çawa şîrove dikin?
Yek ji rêbazên herî bingehîn yê hêz û milên ku ji bona serdestî û desthilatdariya xwe dikevin hilbijartinan ewe ku bi hitapkirina hest û daxwazên çîn û nifşên civakê hewl didin bigehin armancê xwe. Dema hilbijartina Serokkomariya Îranê de jî Rûhanî bi şêvazeke pir cûdatir yê milên din berê xwe da gel, û pêkhateya li welêt Jiyan dikin. Civaka Îranî taybet jî jin di wê pêvajoyê di nava lêger û deriyekê ji bona xwe rizgarkirin ji rewşa kaos û qeyrana civakî, aborî, siyasî kû dihate jiyankirin bû. Ji xwe Rûhanî ev rewşa civak û taybet ya jin û lêgerên wan baş dizanî, dem û derfeteke pir baş ji bona Rûhanî hatibû avakirin û li gor rewşa heyî hemleyeke siyasî li hemberê reqîbên xwe kir. Di dema hilbijartinê de bi zimanê gelan û civakê bi sedan civat bi rêvebir û li her civata xwe de taybet jî hitabê jin û ciwanên dikir. Jinên ku ji rewşa heyî bêzar bûn ev gotin û hîviyên ku Rûhanî rêz dikirin ji xwe re weke rêyeke rizgariyê didîtin. Lê mûxabin rastiyê ku di bin vê maskeyê û gotinan de bû, heman dem siyaseta ku rejîma Îranê bi rêya serkar anîna Rûhanî pêş dixist nedihate dîtin. Bendewarî ji zihniyeta dewletek ku hîmê xwe li ser zayendîparêziyê ava kiriye bêgûman derveyê rewşa ku niha jin û civaka Îranî pê re rû bi rûye, yê cûdatir nebûya. Helwesta ku pêvîste jin li hemberê van zihniyetên ku bi dengê jin û ciwanên tên ser iqtidrê û daxwazên wan pêk naînin û heya xwedî ji gotinên xwe dernakevin pir radîkaltir ji vê gotina ku em careke din dengê xwe nadin wan û naçin ser sendûqan be. Ev yêk helwestek erênî jî be lê belê çareseriyeke mayende bi xwe re ava neke.Tenê bi deng nedan û çûyîna helwestên bi vi şêvazî yê pêşî ji van siyasetan neyê girtin. Bi têkoşîneke hê bi hêztir û helwesteke radîkal ya jin û ciwanan pêvîste ku rê ji hêz û milên ku ji bona desthilatdariya xwe dengê gelan û civakê bi kar tînin bê girtin. Hilbijartina kesên ku nûnertiya welêt û rêvebirina gel dikin ne li gor gotin, li gor kiryar, zihniyet, siyaset û alternatîfê ku ji bona çareseriyê pêşdixîne xwedî giringiye. Ev rastiyê ku her‘’kesê ku bi navê demokrasiyê jî bê ser wê pergala ku hîmê xwe bi desthilatdariya ser civakê avakiriye, yê bibe şerkerê mezin ji bona impratoriya xwe’’ gere neyê ji bîrkirin. Li hemberê vê zihniyet û pêkhateya wê pêvîstî bi têkoşîneke mezin ya azadî û demokrasiyê heye. Vala derxistin û bêbandorkirina van hêz û pergala wan, encax bi xwe rêxistinkirina jin û ciwanan di hemû qadên ku bi xwe rêvbirin û parastina wê bigrin dest de yê bibe.
Di salên dawî de gelek keçên zarok hatin zewcandin, li gorî îstîstatîkên hene di 9 mehên sala 2014’an de 31 hezar zarokên keç zewicandîne û ji wan jî 1277 bûne dayîk. Çîma jin û civak li hemberî van bêdenge?
Li Îran û Rojhelatê kurdistanê van salên dawî ji ber sedema kaosa civakî saziya malbatê yek ji saziyên herî bi hêz ji bo mezinkirin û bi hêzkirina dewletê dihat bikaranîn her ku diçe ber bi hilweşandinê diço. Yek ji rojevên serke di civaka Îranê de cidahiyên nava jin û mêran bû. Ji xwe jinan piranî berê xwe dabû xwandinê û ji bo pêşeroja xwe di nava lêgerên cûda bûn. Piştî sala 2010’an di milê dewletê de rêjeya xwandin û kar kirina Jinan derket pêş. Rejîm ket nav tirsê û bi lez ji bo berovajî zivirandina wê rewşê xwast tedbîr bigre. Bi awayek pir vekirî metirsiya xwe ji ber xwandina û karkirina jinan diyar kirin. Saziya malbatê û zewac pîroz hat dîtin. Heya di temenê biçûk de zewac hat pejirandin. Bi destpêkirina kampanyayên weke, ger malbat zarokên xwe bizewicînin yê dewlet alîkariya madî bi war re bike ketin liv û tevgerê. Piranî malbatên rewşa wan a aborî di van salên qeyrana aborî de xirab bû serî li van rêbazan dan û heya zarokên di temenê 9-10 salî de zewicandin. Bin navê siyaseta pîrozkirina malbatê Rejîma heyî van kiryaran pir asayî dibîne û heya ji bo ev karesata ser jinan pêş dixîn serkeftî be di mijara zewaca jinan di temenê 9 salî de xistine rojeva xwe û vê jî bi rêya zagonan rewa kirin. Ger li vê statik û rêjeya zewacê li vi welatî bê temaşekirin siyaset û rêbaza Rejîm ji bo istismara ser civakê di kesayeta jin de dide meşandin pir vekirî derdikeve pêş. Jinên bi vê çarenûsê re hatibin mehkûmkirin wê çawa bikarin di qada civakî, aborî, bîrdozî û siyasî de cih bigrin. Ji xwe di temenek piçûk de di nava dewleta piçûk ango malbatê de hatiye dîl xistin û rista wê, pîşe û erka wê hatiye diyarkirin. Ew karesata ser jin tê meşandin bêgûman ne ji ber ku jin ev yek pejirandiye yan bi dilê xwe ketiye nav rewşek bi vî şêwazî. Yan malbat ji ber rewşa aborî yan jî ji ber zihniyeta kilasîk û paşverû jin mecbûrê vê yekê dikin. Ger em li rêjeya xwe berdan, kûştin û xwe kûştinên jinên zewicîne temaşe bikin wê demê rsatiya heyî derdikeve pêş. Di temenek 9-10-... de çewa dibe zarokek biryarek bi vi şêwazî bide. Di wî temenê zarok de lêgerên zarokên ne li gor sosyolojiya civakî ne li gor biyolojiya mirovan ne zewac û ne jî ew kes di têgîneke wisa deye ku behs li avabûna malbat bike. Ger dijderketineke wan çêbe jî yan tên kûştin yan jî bi darê zorê tên firotin. Heya niha ti zewacên bi vi şêvazî bi xwastek her dû milan taybet jî ya jin nebûye. Li hemberê vê siyaset û qirkirina civakî helwest û nerazîbûnên jin û civakê derketibe pêş jî pir lewaz û qels maye. Tenê bi nerazîbûnan re sînor maye. Lê helwestek pir mezin a biryaran ji holê rake, ên bi vê zihniyetê wehşetê pêk tînin mehkûm bikin û pêşî li wan bigrin nîne. Bêdengiya civak û jin li hemberê vê siyaseta qirkirina civakî hêz dide vê zihniyetê û pilnên li pişt wê heye.
Niha di cîhanê de zêdetirî 700 mîlyon jin jêr temenê 18 salî jiyana hevbeş pêk tînin. Ji vê rêjeyê herî kêm 250 mîlyon ji wan jêr temenê 15 salî bû ye. ji bo ku ev refleksekî civaka li hemberî veya pêşxistin divê çi we re kirin?
Li hemberê vê rewşa civakî ‘’ku li cîhanê zêdetir ji 700 mîlyon jin jêr temenê 18 salî tên zewicandin û ji vê rêjeyê herî kêm 250 mîlyon ji wan jêr temenê 15 saliye’’ pêwîstî bi têgîn û zanisteke civakî heye.Ger zagonênên hêz dide vê zihniyetê neyê dahûrandin şerê li hember siyaset û nêzîkatiya bîrdozî bê meşandin wê bi encam nebe. Ev rewşa li cihanê bi timamî tê jiyankirin bêgûman nêzîkatiyek zêhnî û siyasetek di keseyata jin de civakê tê zeftkirin e. Li hember zihniyet û rêbazê xistin û istismar kirina civakê pêvîstî bi têkoşînek zanakirin û bertekên civakî heye. Ger ev yek bi navê çand, zêdekirina nifş û parastina saziya malbatê tê kirin windakirina pişt vê qirkirinê ger baş bê zanîn wê demê ne civak ne jî jin wê vê rewşê bipejirîne. Li pişt her yek ji van zewacan mirin û qetilkirinek her tim tê jiyankirin û texrîbatên pir mezin hene. Di aliyê civakî, çandî, aborî û heya di warê tendûristî de jî rê li ber karesatên mezin vedike. Li her welat û parzemînê nêzîkatiyên çandî û venêrîna jiyanê her çiqas cûdahiya xwe hebe, lê nêzîkatiyê zayendîparêzî li hember jin cûdahiyek pir mezin nayê dîtin. Jin li her derê weke amûrek metîngerî tê dîtin û kar anîn. Pergal ji bo zêdekirina hêza temaşe li jin dike, civak domandina nifşê xwe û zihniyeta desthilatdar xistin û dîl girtina civak û gelan jin digire dest. Li pişt ji sedî 90’ê van zewac, zagon û zihniyeta van zewacan rewa û asyî dibîne ev rastî veşartiye. Ger di milê civakê taybet jî jin de ev rastiyê dîrokî û zihniyeta baş bê dahûrandin û sedemên vê metîngeriya di kesayeta jin de li ser civakê tê ferzkirin bê derxistin wê demê xizmeta vê yekê kirin yê bê sînordarkirin. Bêgûman di serî de jin pêvîste vê yekê weke metîngerî û qirkirinekê ser zayenda xwe bibîne û bi têkoşînek hevbeş ya hemû jinan rê li van kiryaran bê girtin. Ger têgehiştinek jin a dîrokî û civakî li hember van êrişên zayendîparêz derkeve pêşî girtin li vê qirkirinê mimkûne. Jina xwe rêxistinkiribe û bi têgînek ekolojîk û li gor felsefeya jiyana xwezayî û hevjiyana azad li hebûn û jiyanê temaşe bike. Wê demê rist û hebûna xwe di nava vê gerdûnê de rast pênase bike. Bêgûman wê bi xwe biryara herî rast ya çewa jiyankirinê bide. Ya îro ser jin tê sepandin û weke çarenûs jê re hatiye diyarkirin ne hilbijardeya jin bi xwe ye. Çarenûsek modernîteya Kapîtalîst û berhemên wê yên zayendîparêz avakiriye. Dema jin û civak bi xwe biryara jiyan, rêveberî, siyasetê bi reng û cweherê xwe dan wê demê yê ev rêbazên hovane yên ser jin tê meşandin bêencam bin. Ya herî rast ewe li her derê cihanê hemberê vê qirkirina zayendî, jin li hemberê her cûre zewaca ku dikeve xizmeta vê zihniyetê têkoşînek bêhempa bidin û bi têgîna hevjiyana azad civakê rêxistin bikin. Li hember zagonên di temenê piçûk de zewacandinê rewa dibînin têkoşînek mezin a dad û exlaq pêvîste bê dayîn.
Li Îranê yek ji rojeva serek madeye hişbere gelek jin û ciwan van madeya bikartîne û li hemberî vêya dewleta Îranê bêdeng dimîne, Divê li hemberî viya hişyarbûneke çawa di civaka kurd de bê çêpêşxistin?
Rejîma Îranê yek ji wan welatane ku rêjeya karanîna madeyên hişber di asta herî jor deye û herî zêde hikmê darvekirinê ji ber firotina madeyê hişber pêk tîne.Rûxmê tewana herî giran jî ji ber firotina van madeyan dide jî, lê yek ji wan dewletane ku xwe gehandin û peydakirina van madeyan pir rihete. Li kolan, dibistan, heya girtîgejan herî cihên rihet mirova dikare xwe bigehîne wan madeyan û bi rihetî dikare were desxistine. Dema mirov li zagonên ji bo têkoşîna dij madeyê hişber temaşe dike û di milê din li vê rastiyê temaşe dike bersiveke pir li gor aqilan ku ev rejîm bide vê civakê nabîne. Ger weke rejîma heyî dibêje têkoşînek pir mezin li hemberê van çeteyan didin wê demê çewa dibe li hemû saziyên taybet yên dewletê lê serwere bi rihetî û bê tirs mirov van madeyana dibînin û bikar tînin. Ger tenê mirov li vê rastiyê temaşe bike heqîqeta li pişt vê gemarê ji bo jehir kirina civak, taybet jin û ciwanên bikar tê yê bibersivîne. Di salên 1990’an û şûnda karanîna van madeyan li Îranê her ku ço zêdetir bû, di van salên davî de gehiştiye astek herî jor. Bêgûman ger siyaseta rejîmê van salan li hember civak û gelên li Îranê bê destgirtin wê sedema esasî ya vê yekê derdikeve pêş. Rejîma Îranê çewa ji bo damezirandina rejîma xwe ji hêza jin û ciwanan di sala 1979 sûd wergirt paşê ji bo domandina rejîmê xwe bi siyasetên cûda nêzê jin û ciwanan bû. Ji bo pêşî li nerazîbûnê pêkhateya civakê bigre bi avayek pir bi pilan bi rêya saziya xwe ya besîc û îtileatê ciwan kişandin nav xefka vê nexweşiyê. Bi kûştina bertekên ciwanan hewl hat dayîn ku imrê rejîma xwe dirêj bike. Taybet li Kurdistanê rojane bi navê mevad sedan kes tên darvekirin, lê ji girtîgehên Kûrdistanê bigre mekanên bin desthilatdariya vê pergalê de bi rihetî ev madeyên hişber tên dîtin.Li kolanan li ber Çavê her kesê tê firotin û taybet li Kûrdistanê bi awayek pir vekirî û bi pilan tê belavkirin.Li aliyekê li Kûrdistanê rê ji firotin û belavkirina van madeyan re vedikin, li milê din jî bi sedan kes bin vi navî de tên darvekirin, pêşketina van kiryaran li Kurdistanê ji rêzê nine. Em van nîzîkatî û pilanên ser gelê Kurd tê meşandin weke bûyer û rewşek asyî nabînin. Dewleta Îranê li Kûrdistanê pir bi zanebûn serî li vê siyasetê dide. Ev şêvazek şerê taybete ku rejîma Îranê li hember ciwanên Kurd dide meşandin. Bi rêya besîckirin, cerdevanî û rêbazên din siyaseta gelê kurd û taybet ciwanên kurd ji têkoşîna azadiyê dûrbixin ser nexistin. Ji ber vê sedemê dest bi vê siyaseta qirêj li Kûrdistanê kirine. Dewleta heyî ya Rohanî jî heman rêbazê li hember gelê Kurd kar tîne. Taybet van 3 salên dawî li Rojhelat di milê ciwanên temenê wan di navbera 11-18 karesat li kurdistanê ser ciwanên Kurd ber bi wê tên dehfdayîn pir vekirî radixîne ber çav. Li dibistan, park û kolanan bi rêya hin çete û şebekeyên mevad di milê hêzên Besîc de hatine rêxistinkirin ev ser zarokên Kurdan tê pêkanîn.Dewleta Îranê bi vê siyaseta xwe hewl dide jin û ciwanên Kurd ji lêgerên azadî, têkoşîna siyasî û heya ji çanda wan dûr bixîn. Tenê armanca vê rejîmê li Kûrdistanê ji belavkirina van madeyan rizandin û qirkirina ciwanên kûrde. Dijminahiya vê dewletê li hember gelê kurd di astekêdeye bi vê siyaseta xwe gelê me û ciwanên me dike armancê siyaseta xwe ya faşîzan e.
Divê gel li heberî madeyên hişberiyê xwedî helwestbin
Li hember qirkirina civakî û siyasî ku dewleta Îranê bi wê xwîna ciwanên kurd dirijîne pêvîste gelê me şiyar tevgere. Ji bo pûçkirina van siyasetan li kurdistanê navendên ciwanên me ber bi vê xefkê dibin gere eman neyê dayîn. Ger li her kolan, bajar gelê me kesên van madeyan li weletê me bi rihetî belav dikin aşkara bikin, bi xwe pêşandin û helwestên radîkal wan ji kurdistanê derxin. Wê demê yê ti hêz û kes cesaret di xwe de nebînin van kiryaran li welatê me rewa bikin. Ciwanên Kurd parêzvanê û rûmeta vî welatîne li Kurdistanê bi ti şêvazî rê nedin ev siyset û êrişên faşîzane yê ciwanan armanc dike hebûna xwe bidomînin. Gelê me pêvîste vê baş bizane hîvî ji rejîmê kirin derveyê karesatên mezintir yê ti gûhertinê bi xwe re neyîne. Gelê me bi xwe pêvîste têkoşîna xwe ya li hember van kiryaran ku mafê van yê herî rewaye pêşbixin. Ne dewleta heyî ne jî rejîma berê van çeteyan daye Kurdistanê yê vê pirsgirêkê çareser bike. Gelê me bi parastina ciwanan, şiyarkirin û têkoşîn li hemberê van çeteyan pêşî li vê qirkirina ser wan ji ber sedemên siyasî tê ferzkirin bigrin. Pêvîste gelê me bi helwestek xurt ya welatparêzî û seknek siyasî vê siyaseta tê meşandin vala derxin. Çewa ku ciwanên kurd li Girtîgeha Urmiyê bedenê xwe li hember vê siyaseta rejîmê kirin mertal û pêngav bi vê rejîmê dan avêtin, gelê me jî her kolan û taxê welêt bi vi rihî pêvîste biparêze.
Bêgûman ev siyaseta Rejîmê da meşandin û hê jî dimeşîne bandora xwe li ser lêger û beşdariya jin û kesayetên azadîxwaz di têkoşîna demokrasî û azadiyê negirtiye û berovajî vê li hemberê van êrişan jin û ciwanên di têgîna vê siyasetê dene hemberê vê qirkirinê têdikoşin.
Niha li rojhilatê kurdistanê û Îranê weke rêxistina jinê rojhilatê kurdistanê hûn têkoşînekê didin meşandin ji bo ku ev pirsgirêk bên çarserkirin hûn kijanê mekanîzmayan bikarbînin û metodê wê çibin?
Zihniyet û siyaseta Rejîma Cûmhûriya İslamiya Îranê ku gelên li Îran û Rojhelatê Kurdistan’ê û taybet jin dike armancê êrişên xwe; em nikarin ji rastiya vê pêvajoyê, pêşketin û serketinên jin yê têkoşîna azadiyê qût bigrin dest. Pêvîste jinên Îranî jî van destkeftiyên siyasî û berxwedana li Rojhelata Navîn tê meşîn di milê xwe de binirxîne û sedema ku rejîma Îranê di vê demê de li hemberê jinan ketiye rewşek êriş û tengavkirinê rast şîrove bike. Di milekê bi rêya zagonan û şerîetê ser jin şerê îdeolojîk dide meşandin û hestên zayendîparêz yê civak û saziyên xwe weke besîcê kûrtir dike, di milê din ji bo jin bi nasnama xwe di siyaseta li welat de cih negire û pêşengtiya gûhertin û vegûhrtina pergalê neke bi girtin û kûştinê tê tehdît kirin. Êrişên li İsfehanê hatin rêvebirin ji vê siyaseta dewletê qût nebû. Dewleta Îranê di vê demê li hemberê siyaseta derve ketiye rewşek tengev û rê ji bo xwe rizgarkirin ji van qeyranan serî li hemû rêbazan dide. Çewa êrişên li Rojhelata Navîn di serî de jin armanc kiriye, îro rejîma Îranê jî heman çekê li herêmê bi kar tîne. Di siyseta vê sed salê de em nikarin rist û cihê jin û nêzîkatiyên birdozî û siyasî hember jin tên meşandin ji rêzê bigrin dest. Ger ev sed sal wek gûhertin û vegûhertina pergal û şerê hêzane wê demê ya vê demê hemebr jinan tê meşandin diyare û tê zanîn. Hem pergala Modernîteya Kapîtalîzm hem jî netew dewletên hene lewazbûna zihniyeta zayendîparêzî û desthilatdariya ser civak û gelan ji bo xwe weke xeteriyeke pir mezin dibînin. Ji ber vê sedemê di milekê li hemberê alternatîfa gelê me pêşengtiya wê bi beşdariya jin dike digirin û hewl tê dayîn jin di van gûhertinan de bi daxwz û rengê xwe cih negre û pergala ku ew bi zihniyeta xwe dadimezirînin serwer biken. Dewleta Îranê jî ji ber metirsiya xwe ji pergala xwe ya netew-dewlet ji vê rastiya jin bi gûman û tirse. Li Rojhalatê kurdistan û Îranê bi beşdariya jin di siyaset û hemû xebatên civakî û pêşengtiya demokrasiyê de yê bikare pêşî ji vê siyaseta ku jin dike qûrbanê desthiltdarî û berjiwendiyê xwe bigre û Îranê ber bi demokratîk bûnê bibe. Di vê pêvajoyê KJAR ser bingehê pêşengtiya civak û jinan li herêmê bike û siyaseta rejîmê ku jin qûrbanê bêçaretiya xwe ya li herêmê dike pûç bike di hemû qadên xwe de têkoşîna vê dide. Ji bo nirxên sala 2014’an ya têkoşîna gelên li Îranê di sala 2015’an de bi xwe re azadî û çareseriyê bîne. Em ê di pêşvebirin û ferz kirina pergala Konfederalîzma demokratîk de bi israr bin û heya rejîma heyî di vê mijarê de pêngavên ber çav û piratîk ne avêje wê her tim bi berxwedan û têkoşîna jin di xeta 3’emîn de rû bi rû bimîne. Herî alternatîfa bi hêz û rêbazê têkoşîn û çareseriya van pirsgirêkan di xwe rêxistinkirin û bi sîstembûna jin û civakê de dibînin. Jina ku bi feraseta îdeolojiya rizgariya jinê tevbigere wê ew qas azadî yê pêş ve bibe. Civaka ku komîn û pergala xwe ya civaka azad damezirîne û sîstembûna hêza civak û demokrasiyê derdixîne pêş esas bigre wê li hember pêkhateyên dewletparêz-desthilatparêz-cinsiyetparêz yê alternatîfa xwe ya azad û demokratîk bi gewde bike û rê ji hemû cire desthilatî û serdestiya ser xwe bigre. Em bi vê altermnatîf û rêbazê têkoşînê bawerin ku gelên li Îranê û taybet jin wê van pirsgirêkan çaresr bikin û têkoşîna xwe ya azadiyê ser bixin.
(şe/zt)

