Ji berxwedêrên Şengalê peyama 8'ê Adarê

09:49

 


Sinem Akgul - Rojin Axin/JINHA


ŞENGAL - Yekîneyên Parastina Şengal HPG YJA Star û YPG  bi wesîleya  8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re nirxandin kirin. Şervanên Jin û Mêr  li hember qetlîama  jinê, tecavûz û tundiyê banga pêşxistina parastina cewherî kirin.


Yekîneyên parastina Şengal HPG,YJA Star û YPJ ên ji meha tebaxê de  bi armanca  gelê Êzîdî bi teybetî jinên Êzîdî ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêze  çûn çiyayê Şengalê  peyama 8'ê adarê dan û banga xwe parastina cewherî kirin. Şervana YJA Star Bêrîtan Serhat da zanîn ku armanca wan  ewe ku Şengalê azad bikin û 5 hezar jinên ku di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne  rizgar bikin. Bêrîtan wiha axivî: "Ji bo me di mewziyan de şer kirin pi girîng e.Em di têkoşîna xwe de dixwazin jina azad û bi rûmet temsîl bikin.Gelek jinên nikarin dengê xwe derxin , têkoşîna zayendî bîmeşînîn hene.Em ji bo wan jî li vir in têkoşînê dimeşînîn.Li hember jinê hertim bêbawerî  hebû di paşde hat hiştin.Em niha hewl didin vê xerabikin.Bi wesîleya 8'ê Adarê  emê têkoşîna xwe hê zêdetir bikin.Em dixwazin bibin dengê hemû jinan."


'Pêwîste jinên Cîhanê li hember DAÎŞ'ê şer bikin '


Şervana YPJ'ê a Şengalê Arîn dest nîşan kir ku Çeteyên DAÎŞ'ê dixwazin jina bikin kole lê ew dixwazin jinan azad bikin.Arîn diyar kir ew li hember hemû hêzên ku dixwazin jinê biperçiqînîn şer dikin û axivî: "Jin li Şengal û Rojava berxwedidin.Weke YPJ Şengal 8 Marta hemû jinên Cîhanê pîroz dikin û beng li hemû jinên cîhanê dikin kul i hember çeteyên DAÎŞ'ê şer bikin. Şervana YJA Star  Dîcle Ela jî bi gotina  'Têkoşîna ku em dimeşînîn di heman demê de têkoşîna azadkirina jînê ye'û bang li jinên ku hesreta azadiyê dikşînîn kir got : "Werin li hember hişmendiya 5 hezar salan a desthilatdariya zilam di şeperan de şer bikin."


'Emê tola jinên Şengalî hildin'


Adar Eriş Gever jî 8'ê Adara şervanên jin ên li Tilhemîs ,li Kobanê, li Şengalê di çeperan de şer dikin û 8'ê Adara hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha axaftina xwe berdewam kir. "Emê tola jinên Şengalî yên DAÎŞ'ê dîl girtine hildin." Adar di derbarê 8'Adarêde ev hevok rêzkir. "Ji dîrokê heta niha jinan gelek serkeftin bi dest xistin.Jinên berê mafê jiyana wan nedihat dayîn niha di çeperande şer dikin.Pergal berdêlên mezin dide û li hember dessthilatdariya 5 hezar salan tekoşînê dide, li hember hemû paşmayîna têkoşînê dide, dîrokê dinivîsîne ev têkoşîneke gelekî mezin e.Pergal di şexsê DAÎŞ'ê de êrîşe me dike.Dizane ku jin bengeha jiyana azad davêje.Jiber  wê  yekemîn berê xwe dide jinê û jinê qetildike.Rêhavalên me Arîn Mîrxan, Edesa, Vinar bi verxwedanên xwe dijmin binpêkir,Li hember berxwedana wan dijmin nikare berxwe bide dişkê.Em niha hewl didin ku bibin rêhevalê wan hevalana ,têkoşîna wan a n^îvde ma temam bike û ala wandewr bigrin."


Şervanên mêr gotin 'Jin jiyan azadî'


Bi munasebeta rojê  Gerîlleyên HPG'ê yên  bi Şervanên jin re di heman çeperan de li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin jînirxandin kirin.


Ji şervanên  HPG Amed Gever  wiha nirxandin kir: "Dîrokek trajîk ya jinê heye.Doh jî hatin qetilkirin, îro jî ji terefê çeteyên DAÎŞ'ê tên qetilkirin rastî  tecavûzê tên.Di rastiya jinên PKK'î de jî tê dîtîn ku  rola jinê ya têkoşînê pir mezin  û girîng e.Li Rojava û Şengale jin jinê Kurd berxwedidin û jiber vê têkoşînê ez wan pîroz dikim.


Welat Sozdar ve Tolhildan Zevkî jî 8'ê Adara hemû jinên  cihanê pîrozkir û soz da ku heta jinên Êzîdî yên DAÎŞ'ê dilgirtine azadbikin ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.Şervanên gotinên xwe bi druşmên 'Bijî berxwadana jinan,Jin Jiyan Azadî' qedandin.


(ks/zt)