'Yên li ruyê me ne nêre bila rûya we be'

10:08

 


JINHA


AMED -Ameda ku amedekariyên malavahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Meşa Jinên Cîhanê dike bi afîş û pankartan hate xemilandin. Her cihê Bajar bi peyaman hat tijîkirin lê afîşên DÎKAD'ê  yên weke 'Yên li ruyê me ne nêre bila rûyê wa be' bal dikşîne.


Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Meşa jinên Cîhanê kolan û kuçeyên Amedê bi pankart û bîlboardan hatin xemilandin. Bîlboordên  her kesên di ber re derbas dibe, disekine û dinere rengê bajêr guherand. Kelecana 8'ê Adara ku dê li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin ji niha de di afîşan de tê hîskirin. Pankartên KJA yên li bîlboarda yên bi kurdî û turkî "Emê bi jinên ku li Kobanê berxwedidin xwe rêxistin bikin, jiyana azad ava bikin" bala hemûjina dikşînîn.


 'Yên li ruyê me ne nêre bila rûyê wa be'


Komaleya Jinên karker ên Amedê(DİKAD) û TMMOB afîş amade kirin û li hemû kolanên Amedê xemilandin. Di afîşên DÎKAD’ê amade kirin de  'Yên li ruyê me ne nêre bila rûyê wa be', 'Li malê, kar, bazirganî û siyasetê li qada jiyanê bila tundiya li hember jinê bi dawî bibe' cih girt.


(ks/zt)