Gundê bi komunê tê rêvebirin
10:17
JINHA
RIHA - Kobanê ya ku bi berxwedana xwe gihişt azadiya xwe, bû wesîleya avêtina tovên jiyana nû ya li gundê Miseynterê yê navçeya Pirsûsê. Li gundê ku xebatên komunê lê tê kirin muze, pirtûkxane û dibistan hat vekirin û her wiha niha jî hîmên sera û akademiyê hatin avêtin.
Gundê Miseynterê ku bi gundê Etmanek ve ye, ji ber cihê xwe di berxwedana Kobanê de xwedî mîsyoneke gelek girînge. Li gund berxwedana nobeta sînor didome û gund bi terza jiyana komun ya ku xistine jiyanê balê dikişîne. Piştî êrîşên di meha Tîrmeh û Îlonê de li dijî Kobanê pêk hatin şûnde welatiyan berrê xwe dan gund û nobet girtin û bi hatina welatiyan re guherînên mezin çêbûn. Berxwedêrn ku ji gelek cihan hatin û bi awayekî dorveger nobet girtin, şêniyên gund û kesên ji Kobanê hatin teşeya jiyana kolektîf ya xistin jiyanê, dora gund, jiyana gund û nêrîna wan ya pêşerojê bi giştî guhert.
'Em gundekî xweser û demokratîk înşa dikin'
Berxwedana Kobanê li hemû eniyan bi operasyonên azadkirinê diome û ket roja 170. Nobetên li xeta sînor tê girtin, çalakî û bernameyên li wir tên kirin didomin. Yek ji vangundên ku berxwedan lê didome gundê Miseynterê ye. Hîmê jiyana nû lê tê avêtin û ji bo pêşerojê jî mînakê teşkîl dike. Berdevkê Komuna Miseynterê Emîn Akman diyar kir ku ew dixwazin jiyana komun ya di Paradîgmaya Xweseriya Demokratîk ya ku bûye sedema êrîşên ku li dijî Rojava, biçûk be jî li vir înşa bikin.
Xebatên komunê dikin
Emîn bilêv kir ku di roja 100. Berxwedanê de pirtûkxane Arîn Mîrxan û Muzeya Kader Ortakaya vekirine û got ev 70 roje jî xebatên wan bê navber didome û wiha got: “Bi planên nû re me odeya xwendinê û beşa dermanxaneyê jî lê zêde kir.Me xebatê ekolojiyê meşand û li seranserên gund xebatên çandiniya daran meşand. Me ji bo 75 zarokên Kobanê dibistan vekir. Xebatên fîzîbîlîte ya avahiya Akademiya Zanistên Civakî qedya. Lê ji ber şert û mercên hewayî hêj em derbasî înşatê nebûne. Ji bo sewalên bê xwedî yên gund stargeh hat çêkirin. Xebatên me yên serayê bi biharê re wê dest pê bike. Li hemû gund xebatên binsaziyê hat kirin."
Muze û pirtûkxane vekiriye
Emîn diyar kir ku ew hemû xebatên xwe bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyariyê hemû jinan û bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê jî diyariyê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dikin. Emîn da zanîn ku her roj bi dehan kes tên serdana pirtûkxane û muzeyê.
(zt)

