Qoser ji bo mîtînga 5 Adarê amade ye
10:59
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Leyla Salman destnîşan kir ku amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku dê di 5'ê Adarê de li Qada Azadiyê bê lidarxistin temam bû ye.
Amadekariyên mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya di pêşengiya KJA de li Qosera Mêrdînê di 5 Adarê li Qada Azadiyê bê lidirxistin temambû. Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de kermes û meş wê bê lidarxistin. Hevşaredar Leyla Salman anî ziman ku pêwîst e hemû jin bi rihê berxwedan û serkeftina Kobanê tevlî 8'ê Adarê bibin û wiha axivî: "Em dixwazin îsal 8'ê Adarê bibe sala azadiya hemû jinan û hemû derkevîn qadan. Me bi hemû saziyên jinan re di encama civînan de bernameyek hevpar derxist. Hemû jin bi kelecan benda pîrozbahiyên 8'ê Adarê ne.
Bang
Leyla da zanîn ku dahatên ji kermasa ku bê vekirin dê hemû di înşaya Kobanêde bê bikaranîn. Leyla da zanîn ku di 5'ê Adarê de dê girse bi meşek mezin ji Qada Newrozê ya Qoserê ber bi Qada Azadiyê ve bimeşin û wiha bang li jinan kir: "Pêwist e em îsal 8'ê Adarê bi hemû jinên cihanê bi coş pêşwazî bikin. Pêwîste druşmên Jin Jiyan Azadî erdê bihejîne. Em beng li hemû jinan dikin bên em tevde 8 ' Adarê pîroz bikin."
(ks/zt)
