Pervîn Buldan: Bila fermuarê bixin devê Bulent Arinç

11:52

 


JINHA


ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan têkîldarî îdiaya Bulent Arinç a ku piştî civîna Lijneya Wezîran a hetna hevpar ji sedî 60 hatiye guhertin nerazîbûn nîşan da û nirxandina “metna ku hate xwendin, ya herîdawî li ser biryar hatiye dayîn e” kir. Pervîn wiha got: “Heke AKP dixwaze pêvajo pêş ve biçe divê fermuarekî bixe devê Bulent Arinç. Dema ku Arinç diaxive AKP dihetike, dema Bulent Arinç diaxive pêvajo dikeve xetereyê.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan, gotinên Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ên piştî civîna Lijneya Wezîran a “Di civîna hevpar de metna ku hate xwendin ji serî 60 hate guhertin” derewand. Buldan nirxandina “metna ku hate xwendin, metna ku herî dawî li ser biryar hate dayîn e. Wekî ku Arinç îdia dike di metnê de guhertin nehatiye kirin” kir. 

'Bila fermuarê bixin devê Bulent Arinç’ 

Pervîn anî ziman ku Arinç dîsa rola polîsê ne baş dilîze û wiha got: “Di nava AKP’ê de êdî em hemû dizanin ku parçebûnek heye. Parçebûna esasî, cudabûna esasî di nava AKP’ê de ye.” Pervîn destnîşan kir ku di AKP’ê de bi taybetê yên ku 3 serdem temam kirine û dê nebin parlamenter bi awayeke dixwazin hebûna xwe bidin hîskirin û ev kesên navborî ji bo serkeftin û pêşketina HDP’ê asteng bikin senaryoyên cuda dinivîsînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke AKP an jî serokwezîr dixwaze pêvajo pêş ve biçe divê fermuarekî bixin devê Bulent Arinç. Dema ku Bulent Arinç diaxive AKP dihetike, dema Bulent Arinç diaxive pêvajo dikeve xetereyê. Divê vê yekê wisa bizanibin.”

‘Di navbera Selahattîn Demîrtaş û heyeta me de cudabûnek nîne’

Pervîn têkîldarî gotinên Bulent Arinç ê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir hedef ên “Demîrtaş kesekî ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi niyeta baş di nava hewldanan de nîne. Li hemberî pêvajoya çareseriyê çiqas astengî hate derxistin yê di serî de tê Selahattîn Demîrtaş”  jî bi tundî nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ê xwestin ku birêz Selahattîn Demîrtaş ji quwetê bê xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di navbera Heyeta Îmraliyê û birêz Demîrtaş de tu caran cudatiyet nîne. Nêrîn, fikir û gotinên me hemû yek in. Em ê Hevserokê xwe nakin pariyekî erzan. Bila birêz Arinç vê yekê wisa bizanibe.” Pervîn bilêv kir ku ew di ferqa polîtîkayên reşkirinê yên li dijî Demîrtaş de ne û divê ev yek bê bidawîkirin. 

Ahmet Davutoglu: Metna li ser mutabaqat çêbî hate xwendin

Li aliyê din Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê tevli bernameya taybet a televîzyonekî bû jî pirsa rojnamegeran a “Birêz Bulent Arinç daxuyaniya çapemeniyê da. Min îfadeyeke wisa dît ‘di metna ku li Dolmabahçeyê hatexwendin, metna hate qebûlkirin nebû’ hûn çawa dinirxînin” bersiva “Her hal encameke şaş hate derxistin, ne wisa ye” da. Li ser pirsa “ji metna ku mutabaqat hate kirin tiştekî cuda hate xwendin” jî Ahnet Davutoglu bersiva “Na, metna mutabaqat li ser hatiye kirin e. Ez ji Lijneya Wezîran derketim hatim vir, derfet çênebû Bulent Beg guhdar bikim. Ji ber vê yekê jî nizanim çi qate qestkirin lê metna ku hate xwendin di çarçoveya quralên pêvajoya çareseriyê de hatiye nîqaşkirin e.” da. 

(sa/zt)