Li Bismilê panela 'Di hiquqê de mafê jinê' hat lidarxistin
11:57
JINHA
AMED - Navenda Jinan Nûjîn ya Şaredariya Bismilê di çarçoveye 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên cîhanê de panela 'Di hiqûqê de mafê jinê' lidarxistin.
Li Navçeya Bismila Amedê Navenda Jinan Nûjîn bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên cîhanê panela ''Di hiqûqê de mafê jinê' lidarxistin.Parêzera Baroya Amedê Çîmen Aktaş, Seda Aktaş Seda Tanrikulul û Koordînatora Navenda jinan Nûjîn Kader Tekînbaş tevlî panelê bû. Çîmena ku li ser Zagona Medenî axivî destnîşan kir ku di Kanûna Medenî de gelek madeyên ku mafê jina diparêze hene û hewceye hemû jin mafê xwe yê Kanûna Medenî bizanibe.
‘Li her qadê jin rastî şidetê tên’
Parêzer Seda Tanrikûlû ya behsa mafê jinan ên Zagonî kir jî wiha axivî:"Nehewceye em li vir behsa hêza jina bike, jinan li Kobanê hêza li hember hemû cîhanê îspatkiriiye. Ez dixwazim behsa mafê jinan ên zagonî bikim. Jin di hemû qadê de rastî tundiyê tê. Qetilkirina Ozgecan Aslan jî yek ji wan e. Ez li vir di şexsê Ozgecan de hemû jinan bihûrmet bibîrtînîm"
Seda ya destnîşan kir ku dema rastî tundiyê hat serî li rêbazên hiquqî bidin wiha axavîn: "Heke hun ji aliyê bav, bira kî be bila bibe rastî tundiyê hatin biçin nexweşxanê rapora darbê bigrin û gilî bikin.Carîna jinên ji hevserê xwe tundiyê dibîne dema gilî dikin polîs dibêjin'Hevserê we ye gilî nekin.' Polîsîn wiha dêbejin jî gilî bikin.Mafê wan tune ye mudaxaleyî biryarê we bikin."
(ks/zt)
