Jinên Afrikî amadekariyên 8 'ê Adarê dikin

12:32

 


JINHA


HABER MERKEZİ - Li gelek Bajarên Afrîka dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de pîrozbahiyên cûda bêlidarxistin.di pîrozbahiyan de Meş,Reva maraton,daxwiyaniyên çapemeniyê û li gel fîlman, belavokên ku pirsgirêkên jinan vedibêje dê bê belavkirin. Ji bo tundî bi dawî bibe bi kampanya ku balê bikşîne ser tundiya li hember jinê dê piştgiriya hemû der doran bêxwestin.


Li payteytaxta Gana Accra ji Ji n amadekariyên 8'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê dikin.Jinên k udi 8'ê Adarê de cilên mor lixwekin dê meşek dirêş lidarxibixin.Dê meş ji ber Wezîriya Civakî, Zarok û zayendî dest pê bike heta li wezîr Nana Oye Lithur bi daxwiyniya çapemeniyê bi dawî bibe. Di meşa ku rêxistinên jinan û akademîsyen jî tevlî dibe de belavokên ku pirsgirêkê jinan vedibêje  dê  bên belavkirin.


UGANDA


Li Bajarê Kampalaya Uganda di çarçoveya 8'ê Adarê de p^îrozbahiyê bên lidarxistin.


Di pîrozbahiyê de starta kampanyaya ku wezîra Pêşxistina Civakî Ked û zayendî Mary Karooro Okurut jî piştgirî dide bê dayîn.Dê  ji bo Serokomarê Uganda Yowerî Musevenî piştgirî bide kampanyayê bangewazîyê bê kirin. Kampanyaya ku  balê dikşîne ser jinên Ugandayî yên piranî rastî  AIDS 'ê tên û jinên sedî 55 rastî tundiya xizmên xwe tên, dê ji bo piştgiriyê banga mêran jî bêkirin


Li gel kampanyayê bi munasebeta 8'ê Adarê daxwuyanî û şahiyê bên lidarxistin.


KENYA


Li Nairobi ya Kenya jî şahiyên 8'ê Adarê roja Şemiyê destpê dike.Li Kiambiuy a ku semteke feqîr e jinê dê di seatên êvarî de li hev kom bibin.Di heman demê de  axaftinê bin kirin û fîlmên ku jinan digre dest dê bên temaşekirin.


Di Roja Yekşemê jî Şahiyên 8'ê Adarê û cara yekemîn Maratona jinan dê bê lidarxistin.


(ks/zt)