Ceylan Bagriyanik hevdîtina dîrokî vegot

12:45

 


Mizgin Tabu-Eylem Daş/JINHA 


STENBOL – Endama Kongeya jinên Azad (KJA) yê Ceylan Bagriyanik ya ku di Heyeta Aştî û Muzakereyan de cîh girt di derbarê hevdîtina dîrokî de nirxandin kir û got: “Ev hevdîtin di aliyê tevgera azadiyê de gelek giring bû. Piştî wê kêliyê êdî min germahiya agirê dilê xwe hîs nedikir. Yê ku tekoşîna ji bo di pêvajoya aştî û muzakereyan de ji tevgera jinê nûnerek cîh bigire Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Dema ku despêkê min dît ji bo min got: ‘Ji bo tu bê vêderê min kedek mezin da. Anîna te ya vêderê ji guherîna hişmendiya dewletê zortirbû. Ji ber wê jî em rojek dîrokî dijîn.” 


Bi pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo di pêvajoya aştî û muzakereyan de wek nûnerê tevgera jinan yek beşdarî Heyeta Îmraliyê bûn ê Ceylan Bagriyanik beşdar bû. Di çapemeniyê de pirsên weke ev jin kiye? Dihatin pirsîn. Ceylan ya ku bi salane din ava tevgera jinên kurd de peyîwirên cuda girtiye. Ceylan dema ku yekem car li gel Heyeta Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriyî ev gotin bihîst; “Ji bo em te bînin vêderê em gelek mijul bûn.” Di pêvajoya muzakere û çareseriyê de Ceylan rolek giring girtiye. Ceylan wateya daxuyaniya wan û hikumetê bi hev re, nêzîkatiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li jinan û peyama ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê amadekirî bi JINHA yê re par kir.


‘Perspektîfa me ya bingehîn jin nebe aştî nabeye’


Ceylan wiha axivî: “Ji bo pêvajoya aştî û muzakereyan tevlîbûna yek ji tevgera jinê fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Em jî dixwazin weke tevgera jinê di pêvajoya aştî û çareseriyê de alîbin, ji bo pêvajoya aştî û muzakereyan bi tenduristî bimeşe û rengê têdebûnê emê perspektîf û nêzîkatiyên xwe dem dem bi raya giştî re par bikin.”


‘Birêz  Abdullah Ocalan ji bom e tekoşînê dide’


Ceylan axaftinên xwe wiha domand: “Li gel her tiştî jî ji bo di heyetê de cîh girtina min û ji bo wê tekoşîn kirin Birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber wê jî divê em hem weke jin û hem jî weke KJA ji bo evqas tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinan sipasiyên xwe bêjin. Di heman demê de weke KJA di aliyê çî dikeve ser milê me pêkanînê de em sozê didin.”


‘Kêliyek dîrokî’


Ceylan diyar kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Muzakereyan cîhgirtina wê din ava heyetê de hem ji bo wê û hem jî ji bo hemû jinan demek dîrokiye û wiha got: “Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re weke xeyalên hemû hevalên minên jin yên dibinya KJA yê de xebat dikin bû. Bi wê kelecana çunê dê îro be sibê be me demek jiyan kir. Hevdîtina despêkê hem  ji bom in û hem jî di aliyê tevgera jinê de demek dîrokî bû. Berî em bikevin oda ku emê ji bo hevdîtinê ketibanê min dengê wî bihîst. Piştî wê min agirê dilê xwe hîs nekir. Heger ez wê kelecanê weke kelecanek girêdayî wê demê bigirim dest dê pir kêm bimîne. Ew hevdîtin hem di aliyê tevgera azadiyê de û hem jî di aliyê rêxistina jinê de demek dîrokî bû. Bi Rêberek yê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo aştî û azadiya hemû gelan, ji bo avakirina modela jiyana gelan tekoşînê dike û mîmarê aştiyê re hevdîtin bêgoman kelecanek gelek mezin bi mirovan re çêdike. Cîhgirtina jinekê di pêvajoya aştî û muzakereyan de giringe, lê weke hêza rêxistina jinê din ava pêvajoyê de cîh girtin zêdetir giringiya wê heye.”


‘Anîna te ya vêderê zor bû’


Ceylan di wê kêliyê de hest û helwestên xwe wiha tîne ziman: “Dema ku em di derî de ketin hindir û min li hemberî xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît bi kelecanek mezin minê çî kiribana ez şaşwaz bûm. Ji bom in got; ‘Were. Ji bo anîna te ya vêderê min tekoşînek mezin da. Anîna te ya vêderê, ji guherîna hişmendiya dewletê zor tirbû. Ji ber wê jî em rojek dîrokî dijîn.’ Dema ku wiha digot di wê navberê de me destê xwe dahev. Ez dikarim bêjim li wê nûnerê tevgera jinan dîtin Birêz Abdullah Ocalan gelek şanaz kir. Ji xwe bi hevokên di anî ziman vegotina vê dikir û bi moral bû. Birêz Abdullah Ocalan got; ‘Di rastiyê de em tekoşînek mezin didin, ji ber em dixwazin rastiya jinan ya 9 hezar salan hatî hilweşîn, ji nava wê rastiya jina azad derxînin.’ Ev ji bom e nirxandinek gelek giringbû. Em dikarin cîhgirtina tevgera jinê din ava pêvajoya aştî û muzakereyan de weke perspektîfa jina azad bigirin dest. Daxwaza Birêz Abdullah Ocalan ya nûnerek yê tevgera jinê xwestin, nûnerî kirina nîvê civakêye. Ji niha û pêde emê weke KJA hemû kesîmên civakê bigirin dest û wiha tekoşîna xwe berdewam bikin.”


‘Emê komxebata komusyona jinên azad avabikin’


Ceylan diyar kir ku di pêvajoya muzakereyan de dê mijara despêkê azadiya jinê bê destgirtin û wiha domand: “ Birêz Abdullah Ocalan jî têkoşîna vê yekê dide meşandin. Pêvajoya muzakere û aştiyê bi tarzê teng na û bi destgirtina bi dewletê re lihev hatinê tiştekî pir şaşe. Divê em bêjin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna civakê vê pêvajoyê dide meşandin.”


Pêşniyara ‘Komisyona Azadiya Jinê’


Ceylan diyar kir ku dema ku ev pêvajo hat destpêkirin ji bo wê bû ku bigehîje hemû aliyê civakbûnê û wiha got: “Me weke KJA nîqaşên ku em ê çawa bikarin nêrînên tevayî jinên Tirkiyeyê û Kurdistanê li wir nîşan bidin nirxand. Di encama van nirxandinan de me biryarên girîng girtin, yek ji vana jî netenê nûnertiya KJA’yê ji bo wê jî em ê bi hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê re bên gel hev û daxwazên wan yên ji bo pêvajoyê çine bigirin. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyara Komisyona azadiya jinê kiriye. Em ê jî divê çarçoveyê de xebatên xwe bidin meşandin.”


‘Birêz Abdullah Ocalan kongreya me silav kir’


Ceylan anî ziman ku nîqaşên ku tên kirin tenê di çarçoveya muzakereyê de nînin û wiha axivî: “Mînak di hevdîtina destpêkê de yek ji mijara sereke qetilkirina jinan bû. Birêz Abdullah Ocalan ji bo vê yekê gotibû; ‘Jin tên qetilkirin û ev rewşek felakete. Ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan divê em qadên azad ava bikin, ev jî wê çawa çêbe, bi rêxistinbûyîna jinan.’ Mijarek din jî Tevgera Jinên Demokratîk bû. Piştî nîqaşan birêz Ocalan kongreya me pîroz kir û silav kir.”


‘Divê mekanîzmayên dewletê bikevin dewrê’


Ceylan bal kişand ser pêşniyar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya daxuyaniya hevbeş ya hikûmet û Heyeta aştî û muzakereyê û ev tişt anî ziman: “Yek ji mijara hevdîtina ku me birêz Abdullah Ocalan re kirî dayîna daxuyaniya hevbeşbû. Piştre daxuyaniya hevbeş ya heyet û dewletê hat dayîn. Em dikarin vê daxuyaniya hevbeş ji bo aştî û muzakereyê baş binirxînin. Di dîrokê de cara yek emîne alîgir daxuyaniyek wisa hevpar didin. Ev tê wateya ku dê alîgir hemû pirsgirêka danin ser milê xwe. Divê çarçoveyê de daxuyaniya hevpar girîng bû. Dewletê bivê metînê bi awayekî fermî berpirsyartiya pêvajoyê da ser xwe.”


Ceyal bal kişand ser 10 xalên Rêberê Gelê Kurd û wiha berdewam kir: “Ger ku li ser van 10 xalan li hevkirinek bêkirin dê Birêz Abdullah Ocalan bang li PKK’ê bike ku têkoşîna çekdarî veguherîne ya siyasî. Ev yek jî pir girîng e. Dîsa li ser vê bingehê berpirsyartiyek mezin jî dikeve ser milê dewletê. Divê êdî dewlet gavên bi lez ji bo pêvajoyê biavêje û dest ji mijulkirinê berd e. Yek ji alîgirê pêvajoyê KCK ye dê ew jî li gorî dewlet gav bi avêje wê rewşa xwe diyar bike. ”


‘Pêvajoyên ku şoreşa jinan dinava xwe de dihewînin ked û têkoşîn dixwaze’


Ceylan destnîşan kir ku ji bo vê pêvajoyê gelek ked û têkoşîn divê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû pêvajo ked û têkoşînek mezin dixwazin. Bi taybetî jî birengê jinê û pêvajoyên ku şoreşa jinan dinava xwe de dihewînin ked û têkoşîn mezin dixwazin. Divê herkes ji bo vê pêvajoyê çi dikeve ser milî bîne cih. Em bawer dikin ku em ê weke jin divê pêvajoyê de bigehîjin encamên girîng.”


Ceylan diyar kir ku wana weke KJA ji 1’ê adarê heya 8’ê Adarê plansaziyên baş kirin û wiha pê de çû: “Em dizanin ku jin bi coşek mezin li benda peyama birêz Abdullah Ocalanin. Ez dikarim hinek ji naveroka peyamê ya girîng bi were parve bikim. Hinek ji peyama birêz Ocalan wiha ye; ‘Li ser navê jinan weke jin divê heyetê de cih girtin xwediyê girîngiyek dîrokiye. Pîroz dikim. Ez girîngî didim we ku hûn di pêvajoya dewlet û civaka demokratîk de cih digirin. Dîsa di şexsê jinên ku li Kobanê biruhê jiyanek nû li berxwedidin û çavên xwe li jiyanek nû û şaristaniya nû re vekirîne.’ Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û li ser navê min ‘Silav û heskirinên min li tevayî jinan bikin’.”


Ceylan herî dawî wiha got: “Min hevdîtina xweya destpêkê bi were parvekir. Ji ber ku em rola ajansa JINHA’yê ya divê pêvajoya muzakereyan de girîng dibîn, me xwest em bi awayê taybet nêrînê xweyên yekemîn ya Îmraliyê bi were parvebikin. Ez bi vê boneyê têkoşîna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz dikim.”


(eb/zt)