'Daxuyaniya hevpar watedar e lê gumanên me ji holê ranekirin'

13:40

 


JINHA


RIHA - Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê Meral Dervîşoglu anî ziman ku wateyekî gelek mezin li bangê dikin û wiha got: "Daxuyanî careke din ji hêviyê me re bû vesîle. Lê gumanên me ji holê ranekirin. 

Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê têkildarî daxuyaniya hevpar li ber Kargeriya Ahmet Bahçivan daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê Meral Dervîşoglu diyar kir ku daxuyaniya hevpar hemû kesên alîgirên aştiyê, maf û biratiyê bi heycan kir. Meral anî ziman ku wateyekî gelek mezin li bangê dikin û wiha got: "Daxuyanî careke din ji hêviyê me re bû vesîle. Lê gumanên me ji holê ranekirin. Di nava gumanên me de di serî de hewildan bi polîtîkayên navxweyî û pêvajoya aştiyê ve girêdan û ji ber hilbijartinê taloqî piştî hilbijartinê bikin."

'Em dê şopker û piştevaniyê wê bin'

Meral tiştên bên kirin wisa rêz kirin: "Divê makezagonekî nû bê amadekirin. Divê makezagon li gorî rêgezên gerdûnî be. Divê hikûmên li gorî pêşeroja xwe pêk bînin hebin. Divê pêşiya perwerdehiya zimanê zikmanî bê vekirin. Divê dewlet ji bo teşvîka wê bike û piştgiriyê bidinê. Divê dest ji pinîkirina makezgaona derbeyê bê berdan."

Meral da zanîn ku ew dê şopker û piştevaniya pêvajoyê bikin.

(zt)