Bernama çalakiyên 8’e Adarê li Kobanê diyar bû

13:59

 


JINHA


KOBANÊ - Endamên Yekîtiya Star, bi civînekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê diyar kir û bang li jinan kir ku bi ruhê Arînan beşdarî çalakiyan bibin.


Endamên Yekîtiya Star li navenda  Yekitiya Star a Kobanê ji bo bernameya 8’ê Adarê bi tevlîbûna Hevseroka Kantona Kobanê Ayşe Efendî û gelek jinên Kobanê civînek lidar xistin. Civîn ji bo bîranîna cangoriyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Li dû civînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û li ser navê Yekîtiya Star Gulîstan Efrîn axivî.


Gulîstan Efrîn got, "Di berxwedana Kobanê de jinên Kurd bûn sembola vîna jinê Em bi ruhê vê berxwedanê 8'ê Adarê pîroz dikin û em dibêjin bi ruhê fedekarî û Arînan beşdarî van çalakiyan bibin.


Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê li Kobanê wihaye:


"4'ê Adarê: Semîner wê were lidarxistin


6'ê Adarê: Jinên Kobanê wê eniya şer ziyaret bikin


8'ê Adarê: Goristanên Şehîdan wê werin ziyaretkirin.


 


(na-nç/zt)