Di roja 170'an de şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin
14:13
JINHA
RIHA - Şervanên YPG/YPJ'ê li Kobanê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin, li aliyê Pirsûsê jî di roja 170'an de hatin silavkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê îlonê de bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin û di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di Kobanê hatin derxistin. Şervanên YPG/YPJ'ê li Kobanê derbên giran li çeteyan dixin û bi sedan welatî li gundên Miseynter û Elîzerê di roja 170'an de bi destên hev girtin zincîra mirovan ava kirin. Di roja 170'ê de silavên xwe ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandin.
Li her du gundan alên PKK, KCK, YPG, YPJ ê YDG-H'ê hilgirtin û bi deqeyek rêzgirtinê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Welatiyan bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ/YBŞ/HPG'ê", "Bijî Serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê.
(zt)
