Malbata bernamzeta AKP: Dengê me ji bo HDP’ê
14:25
JINHA
AMED - Malbata Yaman ji ber ku keça wan Fîlîz Kaya ji bo bernamzetiyê serî li AKP'ê da û navê birayê xwe yê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bi kar anî wê ji malbata xwe derxistin.
Malbata Fîlîz Kaya ya ku ji bo bernamzetiya AKP'ê navê birayê xwe endamê PKK'ê Devrîm Yaman ê di şer de jiyana xwe ji dest da bi kar anî wê red kirin. Malbatê li ser nûçeyên ku di çapemeniya tirk de derketiye daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê malbatê bav Îbrahîm Yaman daxuyanî xwend û diyar kir ku ew wek malbat di nava xebatên aştî û biratiyê de cih digrin û piştgiriya HDP'ê dikin. Îbrahîm destnîşan kir ku keça wî Fîlîz di 7'ê hezîrana 2015'an de ji bo bernamzetiya AKP'ê ya Amedê serlêdan kiriye û wiha got: "Ew hilbijartina kesayetiya wê ye. Navê kurê me yê şervanê PKK'ê Devrîm Yaman ji bo ranta siyasî bi kar aniye û em wek malbat vê helwesta wê şermezar dikin."
Îbrahîm daxuyand ku malbat bi vê rewşê pir bêza bûye û wiha pê de çû: "Ez wek bavê Fîlîz Kaya wê ji keçtiya xwe red dikim û ew ne keça min e."
(sh/zt)

