Li Zanîngeha Kocaelî êrîşa standa 8'ê Adarê

14:34

 


JINHA


KOCAELİ - Li Zanîngeha Kocaeelî  hêzên taybet êrîşî standa  ji bo 8'ê adarê hat vekirin kirin


Li Zanîngeha Kocaelî  hêzên taybeta êrîşî jinên ciwan yên Zanîngehê yên xebata 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kirin.  Jinên Ciwanên Azad jî di navde gelek rêxistinên jinan di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê  de li Zanîngeha Kocaelî stand vekirin. Hêzên taybet li cihê standê bi gotinên weke 'Heke hûn standê ranekin polîsê were’ gef li jinan xwarin. Li gel nerazibûnan jinan hêzên taybet bi kulm û pihîna êrîşî jinan kirin. Jinên derdorê yên çav bûyerê ket komî ser hev bûn. Hêzên tayîbet jî li ber berxwedana jinan paşve kişiyan. Jinên hejmara wan zêde bûn  bi drûşma 'Bijî tevkariya Jina' li ber standê sekinîn. Jinan li gel barîkatên ewlehiyê govend gerandin û êrîşa endamê ewlehiya taybet  protesto kirin. Din vê navberê de hat zanîn ku Rektorê ku  nû derbasî zanîngehê bûye Saddettîn Hulugana  dixwaze çalakiyên xwendevanên Welatparêz, Demokrat, Şoreşger asteng bike.


(ks/zt)