Li Til Hemîs û Til Temirê pêşveçûna YPG/YPJ'ê dewam dike
14:51
JINHA
QAMIŞLO - Di çarçoveya operasyona rakirina gefa DAIŞ'ê ya li ser Kantona Cizîrê de, herêma di navbera Til Hemîs û Til Berakê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li Til Temirê jî 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê herêma di navbera Til Hemîs û Til Berak bi temamî ji çeteyan paqij kirine û operasyon berdewamin û wiha hat gotin, "Şevê din li van qadan, hêzên me operasyonên xwe berdewam kirin. Li gundê Xizêla yê li vê herêmê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn derket. Agahiyên berfireh ên der barê encamên pevçûnê de wê piştre bên ragihandin. Şevê din li nêzî gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û hesekê de çeteyan xwestin xwe berdin nava qada hêzên me. Piştî mûdexeleya hêzên me li vir pevçûneke demkurt qewimî. Di pevçûnê de 5 çete hatin kuştin. Hêzên me li hember komeke çete ya dixwestin li nêzî Mefreqa Sidiq a li nêzî Hesekê bikevin qadê êrîşek lidar xistin. Di êrîşê de çeteyek hat kuştin."
(zt)
