Ji jinên girtî re kart û pirtûk hatin şandin
15:16
JINHA
AMED/MÊRDÎN - Jinên li Nîsêbîn û Amedê li hevkombûn ji jinên girtiyên siyasî re qert û pirtûk şandin.Civîna meclîsa şaredariya Êlîhê ya meha Adarê jî jinan bi cilên xwe yên heremî bi rêve birin.
Li Amedê jinên Xebatkarê Şaredarî û endamên meclîsa taxan ya Yenîşehîrê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja jinên Cîhanê de li Postaxaneya Ofîsê ji bo ji girtîyan re qert û pirtûkan bişînîn li hev civiyan.Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş li ber postaxanê daxwuyaniyek kurt da û dest nîşan kir ku di roja 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hemû rêxistinên cîhanê berê xwe dane Kurdîstanê û wiha axivî: "Sedema vê yekitiyê Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê ye.Em weke jinên Şaredariya Yenîşehîr îsal care yekemîn pirtûkên me bi keda xwe stendiye ji bo em ji girtiyên jin re bişînîn li hev kom bûn.
Bijî rihê Kobanê ,bijî têkoşîna jina".Pişt daxwuyaniyê jinan ji bo girtiyên li girtîgehên cûda dimînîn qert û pirtûk şandin.
Jinan li Nîsêbînê jî jinên girtî re qert şandin
Li Nîsêbîna mêrdînê jî di pêşengiya KJA di çarçoveya xebatên 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de jinên Şaredariya Nisêbînê ji girtiyên Kurdîstan û Tirkiye dimîne qert şandin.
Jinên li Navenda jinan a Gulşîlav kombûnberbi postaxanê ve meşiyan.Li vir Hevşaredar Sara Kaya roja hemû jinan pîroz kir.Pişt dawuyaniyê jinan ji bo jinên girtî qert şandin.Jinên bi durêşmên "Jin jiyan azadî" ji postaxanê derketin bi def û zirneyan li taxa belavokên bi 4 zimanan hatin amadekerin banga 6-7'ê Adarê Meşa Jinên Cîhanê kirin.
Cîvîna meclîsê ya şaredariya Êlîhê jinan birêve bir
Cîvîna meclîsa Şaredariyê ya meha Adarê ya Şaredariya Êlîhê jinan bi rêve bir.Di civîna ku rojevên cuda cuda hat nikaşkirinde ji bi cilên heremî tevlî bû. Civîn di serokatiya Wekîla Hevşaredar Nûriye başçi hat lidarxistin
(ks/zt)

