Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf li Dêrikê hate definkirin

15:25

 


JINHA


MÊRDÎN - Cenazeyê Mehmet Şerîf Aksoy ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. 

Cenazeyê Mehmet Şerîf Aksoy (Cûdî Dêrik) ê YPG’î yê di 27’ê Sibatê de li gundê Îdaniyeyê ya li rojhilatê Kobanê jiyana xwe ji dest da li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hate definkirin. Cenazeyê Mehmet Şerîf ê ku ji aliyê malbat û MEYA-DER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Serxetê hate wergirtin piştî otopsiya Saziya Tiba Edlî ya Rihayê îro serê sibehê ber bi Dêrikê ve derket rê. Cenazeyê Mehmet Şerîf li sînorê Wêranşar û Dêrik êli qada Şanwelatê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê ve bi dîrûşmên “Şehîd namirin” û çepikan ve hate pêşwazîkirin û anîn taxa Erbetê. Di ketina taxê de rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyan, Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Abdulkerîm Erdem, endamên MEYA-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kesan ve bi milan birin goristana taxê. Di meşa ku posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mehmet Şerîf hatin hilgirtin de dirûşmên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Aksoy hate definkirin û piştre rêz hate girtin sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin.

Nûnerê MEYA-DER’ê yê Mêrdînê Abdullatîf Tabar axivî axivî û ji bo malbata Mehmet Şerîf û gelê kurd sersaxî xwest. Bavê Mehmet Şerîf Mehmet Aksoy jî got ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û bi kurê xwe serbilind e. 

Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî bang li hemû kesan kir û xwest têkoşînê xurtir bikin. Piştî axaftinan bi girseyî konê sersaxiyê yê ji bo Mehmet Şerîf hatiye vedan hate ziyaretkirin.

(sa/zt)