Ji bo mîtînga gundê Mehserê banga tevlîbûnê
16:03
JINHA
RIHA – Bi mûnesebeta 8’ê Adarê Roja Jinanên Cihanê dê di 6’ê Adarê de li gundê Mehserê yê Pirsusê mitîng bê li darxistin, di derbarê amadekariyên mitîngê de jinan daxuyanî dan. Havseroka DBP’ê a Pirsusê Rojda Bînîcî daxuyanî da û ji bo beşdariya mitîngê bang li hemû jinan kir.
Starta mîtîngên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di 6’ê Adarê de li gundê Mehserê ya Pîrsusê bê pîrozkirin. Di derbarê amadekariyên mitîngê de jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka DBP’ê a Pîrsusê Rojda Bînîcî, Dayîkên Aşitiyê û Meclîsa Jinan a DBP’ê jî di navê de gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê ya yekem a gundê mehserê hat kirin. Di daxuyaniyê de Rojda Bînîcî axivî û got: “Li hemberî paketa ewleyiyê em hez dikin ku roja 6’ê Adarê de hemû jin cil û bergên netewî li xwe bikin û wiha tevlî mîtîngê bibin. Em bi coşa şoreşa Jinên Kobanê, 4’emîn meşa jinên cihanê ya ku dê li Kurdistanên dê pêk were keyfxweşîn.
‘Em hemû jinan vedixwînin gundê Mehserê’
Rojda balkişand ser giringiya rolê jinan di şoreşê de û wiha domand: “ Di vê 8’ê Adarê de Arîn, Nîgar û Rengînên ku ji bo jiyanek azad xwe feda kirî, Kaderên ku sînoran nasdikin, Sîbelên ku xwedî ruhê enternasyonolîst dê bi evîna azadiyê de di nav me de bin. Her roj li Tirkiyeyê qirkirna jinan didome. Di rojê de herî kêm 3 jin tên qetilkirin û ev jî wekî bûyerek xwezayî tê dîtin. Niha em di demek nû de ne êdî nîqaşên parastina cewherî ya jinan tên kirin. Şoreşa Jinê ya li Kobanê ji bo tevahiya jinên cihanê bûye hêvî. Em ji bi vê şîarê li gundê Mehserê mîtînga jinan dê bikin. Ji bo mîtîngê hemû hevalên jin em vedixwînin gundê Mehserê.”
(Kom/zt)
