Ji bo parastina cewherî jinên Şengalê hînî xebitandina çekan dibin

16:18

 


JINHA


ŞENGAL –  jinên Êzîdî ên ku li çiyayê Şengalê dimîn bi armanca parastina cewherî hînî karanîna çekan dibin.


Jinên êzîdî yên li Çiyayê Şengalê jiyan dikin bi armanca karibin parastina xwe bikin, ji Yekîneyên Parastina Jinana – Şengalê (YPJ-Ş) xwestin ku wan fêrî bikaranîna çekan bikin. Li ser vê yekê hêzên YPJ-Ş daxwaza jinan bersivandin û dewreya perwerdeyê ji jinan re dan destpêkirin. Dewreyên perwerdeyê li herêmên Kursî û Kolka  li gorî 3 koman hatibûn destpêkirin. Di van perwedeya de jinên ku temenê wan di navbera 20-50 salan de ye fêrî vekirin û bikaranîna çekan hatin kirin. Derbarê mijarê Endama Tevgera Ciwanên Şengalê  Zeytûna Şakir got: “Em wekî tevgera Ciwanan dixwazin  fêrî bikaranîna çekan bibin. Bi vê yekê em ê karibin parastina xwe bikin û di rewşên awerte de em ê bersiva hemû êrîşan bidin.”


Jina bi navê Nehla Îssa jî destnîşan kir ku eger beriya niha dewreyên perwerdeyê yên bi vî rengî hatibana vekirin dê êrîşên DAIŞ‘ê rastî bersiveke tund hatibana dayîn.


Jina bi navê Xensa Namet bang li hemû jinan kir ku tevlî perwedeyên bikar anîna çekan bibin da ku karibin parastina xwe bikin û bersiva hemû êrîşan bidin. Li kampên din ên çiyayê Şengalê hêzên YPJ-Ş jinan perwerde dikin da ku di demên pêş de ji bo parastina xwe amade bin.


(zt)