Li Amedê kevneşopî, li Mêrdînê cara yekemîn gihandina bêpere

18:17

 


JINHA


MÊRDÎN/AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê biryara gihandina bê pere da. Li Amedê jî Weke her sal îsal jî gihandin ji jinan re bêpereye. Dê roja 8'ê Adarê weayitên Şaredariyê ji hemû jinan re bê pere bin.


Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li navend û navçan  biryara gihandina bêpere da. Dê di vê çarçoveyê de li gel 8'ê Adarê Roja jinên Kedkar ên cîhanê di rojên taybet de jî heman biryar derbasdar e. Seroka Daîreya Polîtîkayên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn Mekiye Guzela destnîşan kir ku  8'ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e û wiha axivî: "Pêwîst e  jin di vê rojê de  pirsgirêkê xwe îfade bike. Ji bo jin di vê rojê de  ji derfetên bajêr sûdê werbigrin çi ji destê me bê emê bikin.Dê jinê bi rengê xwe  8'ê Adarê bigihêjinîn her derê."


Li gel vê Şaredariya Bajarê Mezina Amedê jî weke her sal îsal jî di 8'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê de dê bêpere xizmeta wesayitan bikin.


(ks/zt)