Ji Kolnê ji bo Kobanê piştgirî didomin

18:22

 


JINHA


RIHA - Endamên Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê mamayên zarokan anîn Pîrsusê û teslîmî Koordînasyona Piştgirî û Piştevaniya Rojava kir. Seroka TUDAY’ê Îlkay Yilmaz da zanîn ku dê alîkariya xwe bidomînin.

Komeleya Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ya ku bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye û Almanyayê û Komeleya Piştevaniya Zarokên Mezopotamyayê hatiye avakirin ji bo welatiyên Kobanê bahê 15 hezar Eouro ya mêwîj û mamayê zarokan anî Pîrsusê. Komeleyê heta niha 2 caran alîkariya aniye Pîrsusê bi giştî bahê 45 hezar Euro alîkarî ji bo welatiyên Kobanê hatiye şandin. Alîkarî bi aliyê Serokê Komeleya TUDAY’ê Îlkay Yilmaz, got ku ji bo alîkariya welatiyên Kobanê xebatên wan pir bala welatiyên Kolnê kişand. 

Heta niha 3 caran alîkarî şandin

Îlkay der barê xebatên xwe yên ji bo alîkariyê agahî da û anî ziman ku gelek rewşenbîr û parlementer jî tevlî kampanyayê bûne û wiha axivî: “Heta niha bi riya komeleya me em 3 caran hatin û me buhayê 45 hezar Euro ya alîkarî anî Pîrsusê. Komeleya me sala borî di meha cotmehê de hat avakirin. Însiyatîfa me bi piştevaniya şaredariya bajarê Kolnê ya Mezin Roters, gelek parlementer, nivîskar û rewşenbîran hat vekirin. Xebatên me niha li Kolnê didomin.”

'Pêdîvî bi piştgiriyek pir mezin heye'

Îlkay derbirî ku ji bo xebatên wan welatiyên Almanyayê bi hestyar nêz dibin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku însiyatîfa me bi aliyê her dû komeleyan ve hat îlankirin, me bi bi daxuyaniya çapemeniyê îlan kir. Em dizanîn ji bo nû ve avakirina Kobanê pêdîvî bi piştgiriyek pir mezin heye. Xebatên me êdî ne bi tenî ji bo welatiyên vir her wiha ji bo pêşeroja Kobanê jî dê bidomin. Ji bo piştgirî û piştevaniya hemû parlementerên Almanyayê, welatiyan û şaredaran spas dikin.”

(kom/zt)